Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê jiyan xwe ji dest da

Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê jiyan xwe ji dest da

Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Xelîl (Zerdeşt) di encama topbarana hêzên rêjîma Bass a li hemberî Taxa Şêxmeqsud de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku duh êvarê (03.04.2013) li Taxa Şêxmeqsud a Helebê di navbera YPG’ê û hêzên rêjîma Sûriyeyê de pevçûn derketine.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên rêjîma Bassê ji 29’ê Adarê ve bi topan êrîşî Taxa Şêxmeqsud dikin, di encama topbaranê de jî bi hezaran kesan ji taxê koç kirine. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin li hemberî van êrîşan YPG’ê ku parastina taxên kurdan girtiya li ser xwe jî, çalakiyên bersivdayînê lidar xistine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin hêzên rêjîma Suriyê çend caran êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê ya li ber Mexseleya Elcezîrê kirin û pevçûn derketine. Hate diyarkirin ku di encama berxwedana şervanên YPG’ê de 15 leşker hatine kuştin û hêzên rêjîmê neçar man ku paşde vekişin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên rejîmê piştî vê têkçûnê duh êvarê jî bi top û tangan êrîşî herêma Elcezîrê kirine û di encamê de Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Zekeriya Xelîl (Zerdeşt) jiyana xwe ji dest da.

Zekeriya Xelîl di sala 1977’an de li gundê Meeratê yê Efrînê jidayik bûye.