Endamê Desteya Rêveberiya Navendî a SYKP Kahya jiyana xwe ji dest da

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî a SYKP Kahya jiyana xwe ji dest da

Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya SYKP Kahya, li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.

Damezrîner û endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Jinû ve Rizgariyê ya Sosyalîst (SYKP) Mûstafa Kahya, ku bi têkoşîna şoreşgerî ya di nava tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê de tê naskirin, jiyana xwe ji dest da.

Kahya, ji ber rehê mejiyê wî xetimî bû, demekê di servîsa lezgîn de dihat ragirtin. Merasîma cenaze ya Kahya wê roja Pêncşemê li Enqereyê were lidarxistin.

Di daxuyaniya ji aliyê SYKP ve hat dayîn de hat gotin, "Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê, têkoşîna azadiyê ya Kurd rêhevalekî xwe, neferekî xwe, barhilgirekî xwe winda kir."