Encü: Hûn mûebbetê bidin min jî ez dev ji doza xwe bernadim!

Parlementerê HDP’ê Ferhat Encü yê ku girtî ye, bi rêya SEBGİS’ê tevlî doza derbkirina li ser kaymakamê Qilebanê bû. Encü got ku, “Hûn muebbetê bidin min jî, ez dev ji doza xwe bernadim.”

Li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê 34 sivîl bi balefirên F16 yên artêşa Tirk hatibûn qetilkirin. Piştî vê bûyerê kaymakamê Qilebanê Naif Yavuz xwestibû biçe gund û li vê derê hatibû derbkirin. Têkildarî vê bûyerê rûniştina dozê hate kirin a ku parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî di nav de, 31 lê tên darizandin.

ENCÜ: DEMA CENAZE LI HESPAN HATE KIRIN DEWLET LI KU BÛ?

Encü di rûniştina dozê de xwe wisa parast, “Bi vê dozê dixwazin ji lêgerên heqîqetê tolê bistînin. Bersûcên vê dozê malbatên Roboskiyê ne. Ev dozeke siyasî ye, ne ya edlî ye. Ev ne darizandin e, ev cezakirin e. “

Encü bi bîr xist ku birayê wî Serhat Encü jî di nav 34 kesên hatine qetilkirin de ye û got, “Balefirên şer bombe avêtin ser koma ku birayê min jî di nav wan de bû. Agirê van bombeyan gund ronî kir. Leşkeran rê girtin û nehiştin ambûlans û kes biçin hewariyê. 8 birîndar ji ber nebûna ambûlansê, li ser pişta hespan mirin. Piştî qetlîamê 3 rojan tu rayedarên dewletê nehatin. Ligel ku ji kaymakam hate gotin ku bila neyê, ew hat. Dema ku malbatan cenazeyê zarokên xwe li traktoran û hespan kirin, dewlet li ku bû? Min soz da ku ez xwedî li têkoşîna 34 kesan derkevim. Heke cezayê girtîgehê yê muebbetê jî li min bibirin, ez ê dev ji doza xwe bernedim.”

FERZKIRINA SEGBİS’Ê

Encü diyar kir ku ew di rûniştineke din a dozê de dixwaze were dadgehê lê Heyeta Dadgehê ev tişt qebûl nekir. Ji bo temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de rûniştina dozê taloqî 26’ê Hezîranê hate kirin.