Encamnameya Konferansa li ser Komkujiya Mereşê

Di encamnameya Konferansa li ser Komkujiya Mereşê de, hat ragihandin ku AKP di roja îro de zîhniyeta komkujiyê temsîl dike.

Di danezanê de hat gotin, "ragirtina cenazeyê Cemîleya 10 salî li sarincê, nîşan dide ku trajedî dewam dike."

Encamnameya 1. Konferansa Navneteweyî ya li ser Komkujiya Mereşê, ku li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin, hate eşkerekirin.

Di encamnameyê de hat ragihandin, komkujiya Mereşê komkujiyeke li dijî nasnameya Kurd-Elewî ye, ku ji aliyê hêzên sivîl-faşîzan ên pişta xwe dispêrin dewletê ve hatiye kirin.

Hat destnîşankirin, mexdûr û şahidên komkujiyê îro jî heman êşê dikişînin û hat gotin, çawa ku dewletê di navbera salên 1915-1922'an de Ermeniyên ku 40 ji sedî yê nifûsa welêt bû qir kir, bi heman rengî xwest, bi komkujiya Merşê re nifûsa Kurd-Elewiyan jî tine bike.

Di dewama encamnameyê de hat ragihandin, hilweşînên li Cizîr, Sûr û gelek bajarên din ên welêt îro tên kirin, xeleka roja îro ya van komkujiyan.

Di dawiya danezanê de ev rexne û daxwaz hatin kirin:

* Konferansa me vîna siyasî ya Ewropayê dawet dike, ku li dijî van kiryarên dîrokî û roja îro yên dewleta Tirk helwestê nîşan bide. Ne tenê bi gotinê, lazim e di pratîkê de nêzîkatiyeke ku Tirkiyeyê ji van kiryaran vegerîne, bê nîşandan.

* Yek ji daxwazên bingehîn ên konferansa me ew e, ku Ewropa bes çekan bifiroşe Tirkiyeyê. Di heman demê de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, li pêşberî pirsgirêkên giran, nêzîkatiyeke teng a ku alîkariyê li lêgerîna edaletê nake, nîşan dide.

* Ji aliyê hiqûqî ve ji bo naskirina komkujiyê bi rengekî fermî, mekanîzmayên pêwîst bikevin dewrê.

* Ji bo nasnameya Elewî-Kurd a li Mereşê li qada xwe ya jiyana otantîk bimîne kar bê kirin, li dijî asîmîlasyonê û xalîkirina ji mirovan helwesteke xurt were nîşandan û hemû mexdûr li hev bicivin û helwesteke hevpar nîşan bidin.

* Ev konferansa ku cara yekemîn e li Parlamenta Ewropayê tê lidarxistin, ji bo komkujî neyê jibîrkirin, lêgerîna li edaletê were xurtkirin û dengê mexdûran bê bilindkirin wê bibe alîkar. Konferansa me wê her wiha bibe wesîle ku mijar li platformên navneteweyî û hiqûqî bê ziman û di vî warî kar bê kirin.