'Encama şerê Sûriyeyê wê şekil bide Rojhilata Navîn'

'Encama şerê Sûriyeyê wê şekil bide Rojhilata Navîn'

Rojnameger Mete Çubukçu diyar kir ku Rojhilata Navîn wê piştî encamên şerê li Sûriyeyê şekil bigire û Li Rojhilata Navîn, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê Kurd careke din weke hêmaneke esasî derketin pêş û dema ku geşedanên li Sûriyeyê mirov li ber çavan digire di teşegirtina Rojhilata Navîn de Kurd wê roleke pir mezin bilîzin.

Konferansa ku ji aliyê YSGP’ê ve li ser Rojhilata Navîn tê lidarxistin bi rûniştina duyemîn a beşdariya Hindekarê Zanîngeha ODTU’yê Prof. Dr. Îhsan Dagi, Hindekarê Zanîngeha Şehîr Mesut Yegen û Rojnameger Mete Çubukçu berdewam kir. Di rûniştinê de moderatorî ji aliyê Hindekarê Zanîngeha Suleyman Şah Doç. Dr. Maya Arakon ve hate kirin û ewil Proj. Dr. Îhsan Dagi axivî.

Dagi got ku li li Rojhilata Navîn bi salên dûr û dirêj piştî ku neteweperestiya Ereb kete krîzê tevgerên Îslamî hatin rojevê û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê jî em bi Îslama siyasî re rû bi rû ne. Tevgerên Îslama siyasî ji salên 1970’an li dijî rejîmên otorîter serî hildan. Vê yekê mirov dikare di Şoreşa Îranê ya di 1979’an de bibîne. Dema ku em li bihara Ereban dinêrin jî ev jî daxwaza guhertinê ya beşên cuda yê civakê nîşan dida. Mînak ên li Misir û Tunusê şoreş pêk anîn Îslamperest nebûn. Di her rewşê de di bihara Ereban de ji bo civakên Rojhilata Navîn, di dema nû de Îslamperest nirxên demokrasî û beşdariyê parastin, roleke wisa girtin. Piştî bihara Ereban Îslamperestan ji ber ku di nava ên beşdariyê diparêzin de cih digirin nîqaşên Îslam û demokrasiyê destpê kir. Nermbûna tevgerên Îslamî zêdetir dema ku tevgerên Îslamî di muxalefetê de bûn hatibû rojevê, wê demê zimaneke wisa dihat bikaranîn. Lê ev tevgerên Îslamî li ser nirxên civakî yên gel Îslama hegemonîk ava kirin û pêvajoyeke post-modern, otorîter dan destpêkirin.”

Rojnameger Mete Çubukçu jî diyar kir ku bihara Ereban hê bi dawî nebûye û piştî bihara ereb li Misirê desthilatdariyê rêbazên berê bi kar anî û Rojhilata Navîn jî li gorî encamên şer êli Sûriyeyê teşe bigire. Çubukçu destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn, li Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê Kurd careke din wê roleke pir mezin bilîzin. Çubukçu bilêv kir ku bihevre jiyana Kurd û Ereban ewqas nerehet e û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê, pirsgirêka hundirîn bû lê niha bûye pirsgirêka herêmê û dê Rojhilata Navîn li gorî van pêşketinan teşe bigire.

Hindekarê Zanîngeha Şehîr Mesut Yegen jî bi sernavê “Qolinca Kurdistan” axaftinek kir diyar kir ku yên di yên li kurdan dinêrin de qolinca Kurdistanê heye û qolinca Kurdistanê ji qolincên din ên Rojhilata Navîn cuda nikare bê fikirandin. Yegen da zanîn ku li Rojhilata Navîn gelek qolinc hene û ji bo derbaskirina van hin soz tên dayîn, pêşniyar tên kirin lê dema ku mirov aktorên li herêmê dinêrin wekî çareseriya van qolincan nayên dîtin û ji ber vê yekê jî pirsgirêk pir tevlihev dibe. Yegen ê pirsa “ji bo derbaskirina van qolincan dikare çi bê kirin” kir û wiha axivî: “Dema ku em di nava çend salan de li Kurdistanê çi qewimiye dinêrin li Kurdistana Iraqê pêşniyara serxwebûnê, li Kurdistana Sûriyeyê peşniyara PYD’ê ya kantonê û li Tirkiyeyê jî pêvajoya çareseriya demokratîk hebû. Ji bo pêşniyara PYD û ya başûrê Kurdistanê hate gotin ‘nabe.’ Li Kurdistana Iraqê hema bibêje Hewlêr dê bi destê DAIŞ’ê biketa. Çareseriya kantonan nehatiye qebûlkirin. Xwediyên van pêşniyaran PDK ji Rojava cih xwest, PYD li dijî netewe dewletê derket û xwest xweseriya demokratîk ava bike.”

Yegen bûyerên di çalakiyên ji bo Kobanê hatin lidarxistin de derketin nirxand û wekî “halê dînîtiyê” bi nav kir. Yegen da zanîn ku divê di êrîşên li dijî Kobanê de Kurdên Tirkiyeyê û yên Sûriyeyê cuda neyên fikirandin û otoriteyên siyasî yên Tirkiyeyê vê yekê fêm bikin. Yegen wiha berdewam kir: “Divê li Tirkiyeyê nebêje em netewe dewlet in ew jî welatiyên netewe dewletê ne. Yanî divê li vir ji Kurdan re neyê gotin ‘tu wê derê ji bîr bike, ew der pirsgirêka Sûriyeyê ye’ ji ber vê yekê jî divê Kobanê û pêvajoya çareseriyê bi hev re bê fikirandin.” Yegen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Wê demê heke em di pêvajoya çareseriyê de ne li ser Başûrê Kurdistanê dikare gerîlayên PKK’ê bi çekên giran ve derbasî Kobanê bibin. Heta ku dewleta Tirkiyeyê bêeleqe tevbigere piraniya Kurdan dê bibêjin ev dewlet ne dewleta me ye. Heke em cidî bin divê em hîsa ev dewlet dewleta me ye bi Kurdan bidin hiskirin.”