'Encamên hilbijartinê jî wê nikaribe pêşî li têkçûna wan bigire'
Komîteya Rêveber a HBDH'ê destnîşan kir ku encamên di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de derketin holê, wê nikaribin pêşî li hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê bigirin.
Komîteya Rêveber a HBDH'ê destnîşan kir ku encamên di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de derketin holê, wê nikaribin pêşî li hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê bigirin.
Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) li ser encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de dagirkirina Efrînê, şerê li Başûrê Kurdistanê û sorkirina pêla nîjadperestiyê hate bibîrxistin û hate gotin, hilbijartinên 24'ê Hezîranê di nava polîtîkayên şer ên tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê de pêk hatine.
Komîteyê diyar kir, desthilatdariya faşîst dixwest bi hilbijartina pêşwext re Erdogan bike serok û HDP'ê li derveyî parlamentê bihêle û wiha dewam kir: "Li gel hemû astengî, girtin û zextên giran jî HDP'ê 12 ji sedî yê dengan girt û ji bendê derbas bû. Vê serketina HDP'ê plana tifaqa AKP-MHP'ê ya ji bo wergirtna 400 wekîlan têk bir. HDP ku tifaqa hevpar a gelê Kurd û sosyalîstan e, li hemberî tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê û tifaqa CHP-ÎYÎ Partî û Saadet Partî bû yekane alternatîfa çîna karkeran û bindestan."
SERKETINA HDP'Ê SERKETINA HÊZÊN BERXWEDÊR ÊN LI DIJÎ FAŞÎZMÊ NE
Komîteya Rêveber HBDH destnîşan kir ku derbasbûna HDP'ê ji benda hilbijartinê serketina hêzên berxwedêr ên li dijî faşîzmê ye û got, "Tevî astengiyên faşîzmê jî, hêzên ked, demokrasî û azadiyê ku di nava HDP'ê de li hev civiyan, ji benda hilbijartinê ya faşîzmê derbas bûn."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HDP cara sêyemîn ji benda hilbijartinê derbas bû û bi wergirtina 67 weîlan, benda hilbijartinê ya faşîzmê hilweşand. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên ked, demokrasî û azadiyê yên ku HDP gihand parlamentê, divê ji niha û pê ve jî têkoşîna xwe bê navber bidomînin."
ENCAMÊN HILBIJARTINÊ WÊ NIKARIBE PÊŞÎ LI HILWEŞÎNA FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê BIGIRIN
Komîteya Rêveber ragihand ku bi zext û zordarî, bi hemû derfetên dewletê hilbijartineke ne rewa hatiye kirin û di encamê de jî, di tûra yekemîn de Erdogan hatiye hilbijartin.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Ev encam wê nikaribe pêşî li hilweşîna faşîzma AKP-MHP'ê bigire. Erdogan di axaftina xwe ya piştî hilbijartinê de eşkere kir ku wê polîtîkayên xwe yên şer ên li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bidomîne. Destnîşan kir ku şer û êrîşên li dijî çîna karker û bindestan wê dewam bike.
Divê serketina HDP'ê ya di hilbijartinê de rê li ber xemsariyê veneke. Mîna dema piştî hilbijartina 7'ê Hezîranê, divê nekevin nava polîtîkayeke parastinê ya li pêşberî dewleta faşîst. Girîng e hêzên ked, demokrasî û azadiyê têkoşîna li dijî faşîzmê li kolanan geş bikin. Divê tenê bi têkoşîna parlamenteran sînordar nemîne.
YA KU FAŞÎZMÊ TÊK BIBE, TÊKOŞÎNA ŞOREŞÊ YA YEKBÛYÎ YE
Têkoşîna li parlamentê dibe ku tenê çeperek be li dijî rejîma faşîst. Ya ku faşîzmê têk bibe, têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ye."
Komîteyê destnîşan kir ku yekane hêza ku faşîzmê têk bibe, pratîka şerê şoreşgerî ya yekbûyî ye ku tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) pêşengiyê jê re dike. Di serî de pêkhateyên HBDH'ê divê hemû hêzên şoreşger li ser bingeha geşkirina têkoşîna li dijî faşîzmê xwe bi rêxistin bikin û bi erka xwe ya dîrokî rabin."
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelan hate kirin ku bi hişmendiya berpirsyariya dîrokî, têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya li dijî faşîzmê mezin bikin.