Emniyeta Enqere ne gulle kevir dît
Emniyeta Enqere ne gulle kevir dît
Emniyeta Enqere ne gulle kevir dît
Muduriyeta Emniyetê ya Enqere, di mijara Ethem Sarisuluk ê di protestoyên Parka Gezî de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin raporek nivîsand. Di raporê de polîsê bersûc Ahmet Şahbaz tê parastin û Ethem Sarisuluk ê hatiye qetilkirin tê sûcdarkirin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cujmhuriyetê di rapora ku ji aliyê emniyeta Enqereyê ve ji dozgeriyê re hatiye şandin de 37 kevirên nîşankirî yên avêtine polîsan yek bi yek hatine hejmartin; lê belê di mijara gulleya li serê Sarisuluk ketiye tiştek nîn e.
Di raporê de wek şexsê 17’emîn ku behsa Ethem Sarisuluk tê kirin ev mijar hatiye destgirtin: “Di dema gulleavêtinê de ji mesafeyeke bi texmînî 4-4.5 metre ji aliyê şexsê 17’emîn (Ethem Sarisuluk) kevirê 17’emîn li milê rastê yê polîs ketiye.” Di îddîanameya dozgeriyê de ku tê gotin: “Di gulleya sêyemîn de destê polîs bi erdê re paralel bû” jî di rapora emniyetê de tê gotin ku “destê polîs li hewayê bû”
Dozgeriyê ku bûyer we “derbaskirina sînorê parastina meşrû” terîf kiriye jî xusûsa ku dibêje: “Çalakiya ji aliyê kesê gumanbar hatiye kirin, ji bo bê nirxandin bê ka di parastina meşrû de sînor hatiye derbaskirin an na, eger hatibe derbaskirin jî bi zanebûn hatiye kirin an na wezîfeya dadgehê ye” bal dikişîne.