Emniyeta Elman deqand, polîsê Tirk girt

Ji meha Îlonê ve keça hunermenda Kurd Ozan Canê, Dîlan Ors li Tirkiyeyê di girtîgehê de ye. Derket holê ku sedama girtina Ors dosyayeke  lêpirsinê ya emniyeta Elman neqlî polîsê Tirk kiriye.

Bi belqeyan derket holê ku yekîneyên ewlehiyê yên Elmanyayê agahiyên têkildarî Kurdên li welat dijîn û muxalifên din bi polîsên Tirk re parve kiriye. Dewleta Tirk 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hunermenda Kurd Ozan Canê birîbû, keça Canê Dîlan Ors ji bo serdana dayika xwe bike çûbû Tirkiyeyê lê destpêkê têkildarî wê ‘qedexeya derketina derveyî welat’ hatibû danîn û piştre hatibû girtin. Diyar bû agahiyên girtina Dîlan Ors Miduryeta Emniyetê ya Elman daye polîsê Tirk.

Sedemê girtina Ors beşdarbûna çalakiya bêîteatiya sivîl ya sala 2012’an ya li bajarê Koln ê Elmanyayê hate nîşandan. Komeke ciwanên Kurd beşdarî çalakiyê bûbûn û çalakî ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan li keştiya “Cologne 6’ pêk hatibû. Di çalakiyê de tenê belavok hatibû belavkirin û ciwanan xwestibûn balê bikêşin li ser greva birçîbûnê ya wê demê li Strasboûrgê.

DOSYEYA LI ELMANYAYÊ HATIBÛ GIRTIN LI TIRKIYEYÊ HATE VEKIRIN

Ciwanên Kurd demekê hatibûn destgîrkirin û piştre hatibûn berdan. Piştî çend salan derket holê ku polîsê Elman dosyeya têkildarî Dîlan Ors bi ser Sefaretxaneya Elman ya Enqerê bi polîsên Tirk ên Înterpolê re parve kir. Li ser vê dosyeya Ors a li Elmanyayê hatibû girtin hate diyar kirin ku ji nû ve li Tirkiyeyê hatiye vekirin.

Hunermenda Kurd Ozan Canê ku li bajarê Koln yê Elmanyayê dijî ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê piştgirîdayîna HDP’ê hatibû Tirkiyeyê. Ozan Canê 23’ê Hezîrana 2018’an di mîtînga HDP’ê ya Edirneyê de hatibû destgîrkirin û ji ber di fîlmekê de ku qala têkoşîna YPG/YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê dike de rol girtibû tê sûcdar kirin. Dadgeha Tirk 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê da Ozan Canê, keça Canê Dîlan Ors ji dema dixwest ji Tirkiyeyê derbikeve hefteya borî hatibû destgîrkirin. Piştî girtina Ors parlamenterê Partiya Çepgir Gokay Akbûlût ev rewş biribû Meclîsa Federal. Hemû hewldanên rêveberiya Berlînê ya ji bo berdana Ozan Canê jî bê encam mabûn.