Emîne ya 13 salî bi guleya çeteyan hat qetilkirin
Emîne ya 13 salî bi guleya çeteyan hat qetilkirin
Emîne ya 13 salî bi guleya çeteyan hat qetilkirin
Li taxa Hacî Ahmet a Beyogluyê xwendekara pola 8'an Emine Demirel a 13 salî bi guleya çeteyan hat qetil kirin.
Xwendekara pola 8'an a 13 salî Emine Demirel, saet di 16.30'an de dema li atolyeya tekstilê ya li Taxa Hacî Ahmet a Beyogluyê dixebitî, guleya aydî endamên çeteyan hat li sînga wê ket û jiyana xwe ji dest da.
Demirel piştî jiyana xwe ji dest dan, cenazeyê wê ji bo bişînin Navçeya Qoserê ya Mêrdînê li ber mala wê ya Taxa Haci Ahmetê kom bûn. Di merasima cenaze de rêveberên BDP'ê yên Beyoglu û Stenbolê û gelek kesên din amade bûn. Di merasima cenaze de Hevserokê BDP'ê ya Beyoglu Mehmet Nur Açil, diyar kir ku li Hacihusrevê komek çete di nava hev de şer kirin. û wiha got: "Guleya ku ji çeka endamên çeteyan teqiya li dilê Emine ket û di pişta wê re derket. Emine bi guleya çeteyan jiyana xwe ji dest da. Sala par bavê Demirel û 4 xizmên wê dema bi maşîneyê diçû Qoserê qeza derbas kiribû û jiyana
we je des tdabû. Ji ber vê yekê Emîne bi boneya bibe alîkariya malbatê di atolyeya tekstîlê de dixebitî û dibû alîkariya malbatê. "
Hevseroka BDP'a Setnoblê Arife Çinar jî, diyar kir ku berê jî li Taxa Gulsuyu ya Stenbolê Hasan Ferîd Gedîk jî bi guleya "Çeteyên Gulsuyu" jiyana xwe ji dest dabû û wiha got: "Tê dîtin ku tu astengiyên li pêş çeteyan tune. Li Gulsuyu, Sarigazî, Beyoglu û Gazî di demên dawi de çete zêde bûne. Ev çete zerarê didin her kesî."
Welatiyê taxê Huseyin Oktay jî anî ziman ku meşên li taxê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin, lê çeteyên taxê nayên astengkirin.
Cenazeyê Demîrel ji bo li Qoserê defin bikin bi maşîneya cenaze ya Şaredariya Beyoglu ber bi Qoserê ve derxistin rê. Endamên malbatê di merasimê de ji ser hişên xwe çûn.