Emê pergala xwe ya alternatîf a perwerdeyê saz bikin

Emê pergala xwe ya alternatîf a perwerdeyê saz bikin

Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK’ê bi dirûşmeya ‘Zimanê Azad, Rêberê Azad, Kurdistana Azad’ Konferansa xwe ya duyemîn pêk anî. Konferansa ku di mijarên weke têkoşîna li dijî asîmîlasyon û oto asîmîlasyonê, sîstema perwerdeya bi zimanê dayikê û sazîbûnî de gelek biryarên girîng girtin û di mijara navê xwe guherînê de biryar da ku êdî ji vir pê de xebatên xwe yên ziman bi navê “Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê (TZP)” bimeşîne. Konferansa duyemîn a Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdistanê (TZP) di navbera 19-23 Îlonê de bi tevlîbûna 65 delegeyên ji qada gerîla, ji kampa Şehîd Rustem, ji çarparçeyên Kurdistanê û derveyî welat li Qadên Parastinê yên Medyayê pêk hat. Beşdarvanan diyar kirin ku di konferansê de biryarên girîng girtine û di der barê konferansê de ev nirxandin ji bo ANF’ê kirin:

 

Sozdar Awesta (Endama Koordînasyona KJB’ê): Ez di serî de 2’emîn konferansa ziman û perwerdeyê ya KCK’ê li tevahiya gelê Kurdistanê, li tevahî zarokan û tevahiya dayikan pîroz dikim. Em wekî tevgera azadiya jinên Kurd 2’em3in Konferansa ziman geleki giring û bi wate dibînin. Ji ber ku em vê yekê baş dizanin ku li ser gelê Kurd ji gelek aliyan ve qirkirin tê meşandin. Gelek, civakek, netewek bi zimanê xwe, çanda xwe û perwerdeya xwe dibe gel û netewe. Ji ber vê jî hêzên dagirker, tim di vî warî de ji bo gelê Kurd nikaribe xwe nas bike li ser ziman û çanda kurdan û tevahî zanista wî zordarî meşandine û dane pelçixandin. Li hemberî ewqas zilm û zorê di parastin û pêşxistina ziman de rola jina Kurd û dayikên Kurd diyarker e û roleke pêşeng e. Îro Kurditî di çanda dayikan de di lorik û axaftina dayikan de li Kurdistanê tê parastin. Çil sal in tevgera azadiya gelê Kurd ji bo parastina vê çanda dayikê, têkoşinek meşand. Ev nirxa ku dayikan bi ked û berdel anîn roja me ya îro, êdî ev çand şîn bûye, şênber bûye. Ji ber vê, em careke din keda dayikan silav dikin. Ev konferans jî li ser vê berhemê pêk hat. Em di pêvajoyek nû de ne û di vê pêvajoyê de jî ji berê zedetir wê rola ziman çand û perwerdeyê derkeve pêş.

 

Sema Amed (Delegasyona qada birdozî) Me 2’emîn konferansa ziman li Qadên Parastinê yên Medya lidarxist. Bi coş, gur û geş pek hat ev konferans. Ji konferansa 1. û vir ve li Kurdistanê gelek guhertin pêk hatin. Li herêmê şoreşên gelan pêk hatin û gelek bûyerên din çêbûn. Disa di têkoşina gelê Kurd de gelek merhale pêk hatin. Merhaleyen tevgera me bandor li ser bûyerên herêmê kir. Guhertinên li herêmê jî bandor li tevgera me kir. Di konferansa 1. de asta niqaşan cûda bû, îro, di konferansa 2. de cûda ye. Ji ber ku îro em dikarin behsa encamên şerê çil salî bikin. Behsa nasnameya Kurd bikin. Pêşketinên li ser ziman jî bi van ve giredayî ye. Encamên van bûyeran me digihîne finalekê. Êdî fermîbûna zimanê Kurdî tê nîqaşkirin. Nîqaş di asta mamostetiyê de bûn û her qadê behsa xebat û derfetên xwe kirin. Zêdetir rewşa Rojava hat niqaşkirin, li wir sîstemek çawa ya perwerdê dê were rûnandin û dîsa pirsgirêkên mamosteyan, pirsgirekên xwendekaran hatin niqaşkirin. Her wiha hin biryar jî hatin dayin.

Li ser sistema perwerdeya şehîd Rûstem jî niqaş hatin kirin. Ji ber ku li vê derê perwerde bi sîstem tê dayin. Kêm û kurtî çine bi giştî hatin nirxandin. Mamosteyên ku ji Rojava û Mexmûrê hatibûn nîqaşên gur û geş meşandin, vê moral da me jî. Di niqaşan de hat gotin ku perwerde eger li gor feraseta Rêber Apo pêk bê, wê sîstem û neteweyeke demokratik bê avakirin. Bangewaziya me ji bo her Kurdekî ew e ku bi zimanê xwe biaxive pê bihizire û xwedî lê derkeve.

 

Fewzî Ozmen (Delegasyonê Ewrûpa): Ez ji Ewrupayê tevlî konferansê bûm. Cara yekemîn e li ser axa welat tevlî konferanseke wiha bûm; ji ber vê gelekî bextewar im. Min konferans pir zindî dît; ji ber ji sedî heftê kesên tevlî konferansê bûne ciwan in, têr û tije ne û li ser mijarê ji hakim in. Mijar bi wêrekî hatin nirxandin. Bi kinahî dikarim bêjim ku konferansek pir baş bû. Li vir gelek biryar hatin girtin. Ez bi hevî me ku ev biryar di jiyanê de wê pêk bên. Bi taybet li qada Ewrupayê gelek konferans çêbûn, di konferansan de nîqaşên xweş têne kirin û gelek biryarên baş têne girtin. Lê mixabin piştî ku konferans bidawî dibe ew biryar li ser kaxizan dimînin û di pratikê de bi cih nayên. Yan jî pir kêm ji wan pêk tên. Hêviya min ew e ku biryarên di vê konferansê de hatin girtin di pratikê de bi cih werin. Pirsgirêkên zaravayên Kurdî hene; hinek di ser hinekan re têne girtin û dîtin. Divê herkes wekî hev nêzî hemû zaravayan bibe. Pêwîst e li aliyekî em zaravayan wekî dewlemendiya netewa xwe bibînin û li aliyê din em belawelaya di ziman de ya li qadên cûda jî ji holê rabikin. Pêwîst e xebatên ziman bi sîstem û zanistî werin meşandin. Ji bo vê jî divê saziyên ziman xurt bin û di vî warî de xwedî gotin bin.

 

Mamoste Ferîde (Delegasyona Rojava): Ji Dêrîkê, Dêrika Rojava tevlî konferansa 2. a KZP’a KCK’ê dibim. Ev cara yekemîn e ku ez tevlî vê konferansê dibim. Ez kêfxweş im ku li ser navê Saziya Ziman a Rojava tevlî konferansê dibim. Em îro li ser rewşa zimanê Kurdî sekinîn, rewşa zimanê Kurdî li Rojava çawa ye, di destpêkê de zimanê Kurdî weke di nav şoreşê de çawa cihê xwe girt û çawa bingehek danî? Di warê avakirina saziyan de, di warê amadekirina mamosteyan de û di warê dana dersê yanî di warê ku em ê bi rêbazeke çawa dersê bidin xwendevanan de û bi taybet di warê amadekirina mamostan de gelek zehmetî hat kişandin. Di rewşeke wiha de herkesî xwe dûr xist, ji rejîmê tirsiya û ji rewşa şer reviya, derketin bajaran. Ji ber vê yekê jî heta me xwe komî ser hev kir, heta me saziya ziman ava kir û me dest bi perwerdeya zimanê Kurdî kir me di vî alî de zehmetî kişand. Niha di aliyê ziman de bingehek hate dayin. Li ser vî esasî em ketin dibistanan û me dersên zimanê Kurdî da. Em dikarin bêjin giştî Rojavayê Kurdistanê, ji Efrînê heta Dêrikê zimanê Kurdî bû zimanê fermî. Gelê me zanî ku zimanê wan heye, nasnameya wan Kurdî ye û wê bi zimanê xwe biaxifin; ev jî di aliyê ziman de baş bû. Me dît ku îro jî di konferansê de mijara rewşa zimanê Kurdî li Rojava gelekî hate nirxandin. Di aliyê kêmasiyên avakirina saziyê de hinek rexne hebûn. Lê bi giştî nirxandin di aliye erênî de bûn; her kes amade bû alîkariya Rojava bike.

Rast e Kurdistan parçe bûye; rast e di nav de sînor hatine danîn. Lê belê em dibînin ku girêdanek heye û vê girêdanê jî ziman çêdike.

 

Ayten Amed ( Dîwana Konferansê): Duyemîn konferansa ziman û perwerdê di bin duruşma “zimanê azad, Rêberê azad û Kurdistana azad” de hate lidarxistin. Bi tevlîbûna 65 delegeyan ji tevahî parçeyên Kurdistanê, ji qadên derveyê welat û her wiha tevahî pêkhateyên qadên parastina medya konferansa ku hate lidarxistin bi nîqaşên xwe ve bi tevahî bernameyên xwe ve bi giştî çar rojan dewam kir. Di 2’emîn Konferansa ziman û perwerdeyê de xala herî sereke ya girîng ev bû ku di herêmên qada parastina medya de di wargehên azad de bi tevlîbûna hejmareke ewqas zêde ya delegasyonan û bi taybet jî bi tevlîbûna qadên me yên din ku xebata ziman û perwerdeyê bi rêve dibin, bi tevlîbûna kesayetiyên weke mamoste, kesên zane û her wiha kesên zimanzan pêk tê. Hejmara tevlîbûna mamoste û kesayetên pispor mirov dikare bêje cara yekemîn e di qadên parastina medyayê de bi tena serê xwe pêşketin û derfeteke herî mezin bû ji bo ku em karibin di vê konferansê de bi awayekî giştî di derbara xebatên ziman û perwerdeyê de hem nîqaşên pir bihêz bi rêve bibin û hem jî karibin bi awayekî giştî xwe bigihînin asta biryardariyeke gelek bihêz.

Di konferansê de her çiqas Rêberê gelê Kurd Rêber Apo di aliyê fîzîkî de li gel me nebe jî bi ramanên xwe bi perspektîfên xwe ji destpêkê heya dawiyê di konferansê de li gel me bû. Ev konferansa ku bi armanca azadkirina Rêbertiyê hat lidarxistin, bê guman di xalên pir girîng de xwe gihand biryaran jî. Di konferansê de li gel rojeva siyasî, rojeva rêxistinî, nirxandina asta kar û xebatên ziman û perwerdê ku di roja me ya îro de xwe gihandiyê, rojeveke taybet a herî girîng ê ku di konferansê de hate bi dest girtin jî, asta ku gelê Kurd di aliyê ziman û perwerdeyê de xwe gihandiyê û mijara avakirina sîstemeke taybet a ziman û perwerdê bû.

Di konferansa me de bi awayekî giştî nîqaşen derbarê avakirina pergaleke taybet a xweser, pergaleke taybet a di derbarê pergala perwerdeya neteweya demokratîk de pêşketin. Di vê mijarê de bê guman biryara herî girîng jî êdî weke gelê Kurd em ê pergalên serdest ên bi salan e bi armanca asîmîlasyonê li ser me meşandine nepejirînin. Girêdayî biryarên konferansê pergala alternatîf a perwerdeya xwe, bi zimanê xwe bi mufredatên xwe û bi tevahiya mamosteyên xwe ve em ê karibin pêş bixin. Êdî gelê Kurd bi nîqaş û biryarên ku di vê konferansê de hate girtin xwedî pergalak taybet a pergaleke xweser a derbarê zimanê xwe de ye. Êdî pêwîstiya me, weke neteweya Kurd weke gelê Kurd li kî derê dijîn bila bijîn çi axa Kurdisanê çi jî li derveyê welat di şert û mercên penaberiyê de dibe, êdî di encama biryardariya vê konferansê de pergala perwerdeya me ya xweser derket holê û ji niha pêve tevahiya kar û xebatên xwe em ê karibin di vê çarçoveyê de bi rêxistin bikin û xebên xwe bimeşînin. Di vê konferansê de ji bo ku êdî ji vê pêde xebata ziman û perwerdeyê karibe bi awayekî sîstematîk were birêvebirin û were meşandin Tevgera ziman û Perwerdeyeya Kurdistanê hate avakirin. Ev tevger ji niha û pê ve derbarê tevahiya xebata ziman û perwerdeyê de dê xwediyê înîsiyatîf be, xwedî hêza biryarê be. Di derbarê perwerdeya ziman de weke organê herî sereke yê biryardariyê ye. Êdî mirov dikare bibêje tevgera ku hate damezrandin ji niha pêve eger mirov teşwîqî pergala perwerdeyê bike, dikare weke wezareta perwerdeya gelê Kurd kar û xebatên xwe sazûman bike, bi rêve bibe.

Li ser navê dîwana konferansê û tevahiya delegeyên konferansê ez 2’emîn Konferansa ziman û perwerdeyê li Rêberê gelê Kurd Rêber Apo û tevahiya gelê Kurd û bi taybet dilsozên ziman û perwerdeya zimanê Kurdî pîroz dikim. Bang li tevahî gelê me bi taybet bang li jin û ciwanan dikim ku di her astî de xwedî li hemû biryarên 2’emîn Konferansa ziman û perwerdê derkevin.