"Emê li hemberî binpêkirina mafê jinan bin"

"Emê li hemberî binpêkirina mafê jinan bin"

Meclîsa Jinan a BDP'ê daxuyaniyek niviskî weşand û anî ziman ku herî zêde jin di bin bandora tundiya li ser civakê de dimînin û wiha hat gotin: "Her sal nêzî 10 hezar jin rastî destdirêjiyê tên. Em ê weke Meclîsa Jinan hem li Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê li hemberî binpêkirina mafê jinan bin. Em ê li ser bingeha destûra bingehîn bi awayekî demokratîk bertekên xwe li hemberî tundiyê nîşan bidin."

Meclîsa Jinan a BDP'ê diyar kir ku her roj teqez çend jin ji aliyê zilaman ve tên qetilkirin û wiha domand: "Parlamentera BDP'ê Mulkiye Bîrtane pirsnameya destdirêjiyê da Wezareta Edaletê. Tenê di navbera salên 2002-2008'an de 61 hezar û 469 bûyerên destdirêjiyê pêk hatine. Di navbera salên 2009-2011'an de jî 29 hezar û 980 bûyerên destdirêjiyê pêk hatine. Li gorî van daneyan, salê 10 hezar jin rastî destdirêjiyê tên. Bûyerên destdirêjiyê jî herî zêde bi awayekî giştî pêk tên."

Meclîsa Jinan a BDP'ê da zanîn ku di cîhanê de du bûyerên destdirêjiyê de Tirkiye di cîhanê de yekem e û wiha pê ve çû: "Li gorî vê yekê dîsa jî li Tirkiyeyê li hemberî destdirêjiyê polîtîkayek ciddî tune ye. Li Tirkiyeyê dewlet, di bûyerên destdirêjiyê de kiryarê yekem e. Bi taybetî jî dewlet li erdnîgariya Kurdistanê destdirêjiyê weke şerê polîtîkayê dimeşîne."

Meclîsa Jinan a BDP'ê bi lêv kir ku êdî polîtîkaya tecawizê ya li Kurdistanê pêk tîne li tevahiya Tirkiyeyê bûye xetereyek mezin û wiha balê kişand ser: "Li Wanê jina bi navê H.G. ku ji aliyê hevserê wê stûyê wê hat jêkirin û piştre jî weke ku dizan stûyê wê jêkiriye, dewletê hevserê wê berda. Li Midyada Mêrdînê Jina bi navê N.F. ku ji aliyê Waliyê Mêrdînê Velî Înan û cerdevanê bi navê Abdulkerîm Îşler ve rastî destdirêjiyê hat, ji ber ku kiryar nehatin darizandin û rastî gefan hat dawî li jiyana xwe anî. Dîsa li Nisêbîna Mêrdînê zaroka 14 salî A.A. û li Berwariya Sêrtê mehek berê zaroka 14 salî Z.Î. ku hatibû zewicandin, dawî li jiyana xwe anîn. Di bûyerên Parka Geziyê de jî polîs tundî li ser jinan meşand û di binçavan de tacîzê li hemberî jinan dikin û kesên ku bi copan û satoreyan di bûyeran de êrîş dikirin, bi taybetî jî li ser jinan tundî pêk dianîn. Dîsa li Çewlikê zaroka bi navê E. A. ku ji aliyê 8 kesên ku çawîşê pispor jî di nav wan de hebûn rastî desdirêjiyê hat, lê hîn kiryar nehatine darizandin. Li Xarpetê jina bi navê H.K. ku 80'ê salî bû rastî desdirêjiya E.Ç. a 26 salî hat. Tundiya li hemberî jinê hem tundiya civakê dide xuyakirin û hem jî bêexlaqiya hişmendiya serdestiyê dide xuyakirin."