Girêva Birçîbûnê ya li ber Ofîsa NY’yê ya li Cinêvê ya bi mebesta ku NY û hêzên navnetewî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê bi pêşengiya wekîlên HDP’ê û hevşaredaran dest pê kirî kete roja şeşan.
Di nav çalakgeran de Hevşaredara Şaredariya Cizîrê Leyla Îmret jî heye, ku dema Berxwedana Xwerêveberiya Cizîrê de li Cizîrê bû û bûbû şahide komkujiyên dewleta Tirk a li Cizîrê, li ber çavê dinyayê kirî.
Îmret dema ku dewleta Tirk li Cizîrê haziriya komkujiyan kirî, ji bo ku pêşî li komkujiyan were girtin gelek caran bang li NY’yê kir, ji ber ku NY wê demê tev negeriya hê jî hêrsa wê di dilê xwe dijî. Îmret ku wê demê ji Cizîrê bang kirî, niha li ber NY’yê bi çalakiya ku dikin, dixwazin ku NY û saziyên navnetewî li bara qirkirina ku wê li Efrînê werin jiyîn bêdeng neminin.
Leyla Îmret pêvajoya ji Cizîrê gihayî Efrînê ji ANF’ê re vegot.
‘JI BÊDENGIYA NY’YÊ WÊREK BÛN Û LI CIZÎRÊ KOMKUJÎ KIRIN’
Îmret got, ‘’Belê, ji nêz ve min şahidî ji komkujiya Cizîrê re kir. Rewşa herî girîng ku ez anîm vê çalakiyê jî ew tişt in, ku li Cizîrê hatin serê me’’ û wiha domand: ‘’Dema ku dewleta Tirk li Cizîrê xwe ji komkujiyê re hazir dikir, me hilbijartiyên gel wê demê gelek caran bang li NY’yê kir, lê mixabin NY wê demê bêdeng ma. NY di pêvajoya Cizîrê de helwestek nîşan neda û li ser gelê me komkujî kirin. Dema ku li Cizîrê, hovîtiya jêrzemînan dihate jiyîn, NY xwe nelebitad jî. Ji bo ku wê demê NY guh neda bangên me dewleta Tirk li Cizîrê komkujî kir. Lê NY wê demê rol bistanda dikarîbû komkujiya li Cizîrê asteng bike.’’
‘JI BO KU EM VÊ DEWLETÊ JI CIZÎRÊ NAS DIKIN EM LI VIR IN’
Îmret got ji kirinên dewleta Tirk ên li Cizîrê ew pir baş dizanin ku dewleta Tirk dikare li Efrînê komkujiyên çawa bike û got: ‘’Li gel hemû bangên ku ji Cizîrê me kirin jî me nekarî pêşî li komkujiyan bigirin. Lê niha em şahidên Cizîrê li ber deriyê NY’yê ne û dibêjin; em vê dewletê baş nas diki, heke hûn tevnegerin, wê ji Cizîrê xirabtir li Efrînê bikin. We bi me da jiyîn, lê bi Efrînê nedin jiyîn. Gelê Cizîrê kuştin têr nekir, Cizîr şewitandin. Xwestin ku demografiya Cizîrê biguherin lê gelê me destûra vê neda. Gelê me li ser kavilan ma û nehişt ku Erdoğan çeteyên xwe li Cizîrê bi cih bike.’’
‘GELÊ EFRÎNÊ BI QIRKIRINÊ RE RÛBIRÛ YE’
Îmret got artêşa ku Cizîr şewitandî, kavil kirî niha heman tiştî li Efrînê dike û got: ‘’Heke hêzên li wir bi mebesta ku gel biparêze, gelê Efrînê ji wir dernexistiba, dewleta Tirk bi êrîşên hewayî wê hemû gel bikuştana. Lê hê jî li ser gelê Efrînê talokeya qirkirinê heye. Ev risk hê jî didome.’’
‘NY DIVÊ ŞANDEYEKE ÇAVDÊR BIŞÎNE EFRÎNÊ’
Îmret got li gel gavên qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên li Efrînê hê jî tevnegerîna NY’yê ji hêla Kurdan ve nayê qebûlkirin û got: ‘’Heke NY helwesta xwe ya li Cizîrê ji bo Efrînê jî bidomîne wê dîsa bibe hevkarê komkujiyên li ser Kurdan. Binerin; niha gelê Efrînê hewceyî alikariyê ye, nikare pêdiviyên xwe yên mirovî dabîn bike. Ev mirov dixwazin bi çavdêriya NY’yê vegerin malên we, lê NY bêdeng e. Armanca sereke ya NY’yê ne ew e ku sivîlan biparêze û hewcehiyên wan bi cih bike? Daxwaza me ya sereke ew e ku NYy şandeyeke bişîne Efrînê û talokeya qirkirinê li wir lêbikole.’’
Îmret got armanca sereke ya dewleta Tirk ew e ku çeteyên DAÎŞ’ê li Efrînê bi cih bike û xwest ku NY û hêzên navnetewî li dijî vê bi lezginî tevbigerin û domand: ‘’Erdoğan xwest êşa têkçûna DAÎŞ’ê ya li Kobanê ji Cizîr, Sûr û bajarên dî yên Bakur bistîne. Çi qas komkujî kir jî gelê me serê xwe jê re netewand. Erdoğan bi êrîşa ser Efrînê, bi dagirkirina wê dixwaze dîsa çeteyên DAÎŞ’ê li Efrînê zindî bike û wan li wir bi cih bike. Ya ku jê re OSO dibêjin bermahiya çeteyên DAÎŞ’ê ye. Em ji bo ku vê bibêjin ketine girêva birçîbûnê.’’
‘LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DIVÊ HELWEST WERE DIYARKIRIN AN NA..’
Îmret got rewşa dewleta Tirk a li Efrînê di hiqûqa navnetewî de ‘dagirkerî’ ye û got: ‘’Divê NY û hêzên navnetewî bikin ku dewleta Tirk ji Efrînê derxînin. Heke wiha neye kirin navenda terorê ya ku li Efrînê wê were avakirin wê ne tenê ji bo Kurdan lê li dijî hemû Ewropayê bibe gef. Êrîşa niha ya li Fransayê baş nîşan dide ku DAÎŞ hê jî ji bo Ewropayê gefek e. Bi rastî jî heke pêşî li Erdoğan neyê girtin, DAÎŞ wê gelek komkujiyên wiha bike. Divê Ewropa û NY dev ji fikaran biqerin û li dijî dagirkeriya Erdoğan bibin xwedî helwesteke zelal. Erdoğan ji mêj ve ye ku ji rewşa şermezarkirinê wêdetir çûye. Ev girêva birçîbûnê ji bo ku em bale bikişînin ser vê dikin. Heke guh nedin daxwazên me, Erdoğan wê ji bo her kesî bibe bela serî.’’