‘Em sibê hemû gelê xwe vedixwînin Strasboûrgê’
Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan a li Strasboûrgê didome. Ji bo mîtînga sibê wê li pêşiya CPT’ê were lidarxistin, banga tevlêbûnê hate kirin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan a li Strasboûrgê didome. Ji bo mîtînga sibê wê li pêşiya CPT’ê were lidarxistin, banga tevlêbûnê hate kirin.
Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan a ku di 23’ê Cotmehê de bi daxuyaniya hevpar a 63 saziyan li pêşiya Konseya Ewrûpayê û Saziya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) hatibû destpêkirin, di roja 29’emîn de didome. Ligel şertên dijwar ên zivistanê, Kurd dixwazin ku CPT peywira xwe bi cih bîne.
‘DIVÊ TEVLÊBÛN GIRSEYÎ BE’
Kurd wê sibê li pêşiya CPT’ê mîtîngeke girseyî lidar bixin. Di mîtîngê de wê were xwestin ku CPT biçe Îmraliyê. Endama Komîteya Amadekar a Mîtîngê Newroz Serhed diyar kir heta ku ew agahiyan ji Ocalan werbigirin ew ê çalakiya xwe bidomînin û got: “Em sibê li pêşiya CPT’ê mîtîngekê lidar dixin. Banga me ji gelê me re ev e ku, bi awayekî girseyî beşdarî vê çalakiyê bibin.”
Serhed bibîr xist ku ew 29 roj in li Strasboûrgê çalakiyan li dar dixin û got: “Li Ewropayê em gelek çalakiyan lidar dixin û ew ê çalakiyên me bidomin. Hevdîtinên me bi CPT û Konseya Ewropayê re heye lê heta niha encamek jê derneket. Em ji ber vê rewşê, bi fikar in. Heta niha heyetên biyanî û gelek alî hatin serdana me. Lê ev tişt têr nake. Divê em tevlêbûna xwe zêdetir bikin. Ji bo vê jî em mîtîngeke girseyî li dar dixin.
Bi vê wesîleyê em hemû gelê xwe û dostên xwe vedixwînin mîtîngê. Divê her kes bizanibe ku wê çalakiyên me neqedin. Wê bi biryardariyeke mezin, ew ê bidome. Heta ku em agahiyan ji Rêbertiya xwe bigirin em ê li vir bin. “