'Em qirkirina Ermeniyan lenet dikin, banga mezinkirina şerê li dijî faşîzmê dikin'

"Di sala 101. de em qirkirina Ermeniyan careke din lenet dikin. Li dijî desthliatdarî û sîstemên bi serdstiya faşîst, paşverû, kapîtalîst û emperyalîst em bang li gelên xwe dikin ku bi şiyara 'Şerê Şoreşger ê Hevgirtina Gelan' têkoşînê mezin bikin."

TŞYG: Di sala 101. de em qirkirina Ermeniyan careke din lenet dikin. Li dijî desthliatdarî û sîstemên bi serdstiya faşîst, paşverû, kapîtalîst û emperyalîst em bang li gelên xwe dikin ku bi şiyara 'Şerê Şoreşger ê Hevgirtina Gelan' têkoşînê mezin bikin.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina Ermeniyan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, ku Qrikirina Ermeniyan a 1915'an yek ji mezintirîn qirkirina dîroka mirovahiyê ye, ku nêzî 1,5 mîlyon Ermeniyên bêguneh hatin qetilkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku heman polîtîkaya qirkirinê di dema nêz de bi qetilkirina Hran Dînk, di roja îro de jî bi qirkirina Kurdan dewam dike.

TŞYG da zanîn, ku Anatolî û Mezopotamya bûne qadên serdestên mîna Roma, Selçûkî, Bîzans, Osmanî, Îranî û TC lê serdest bûne û jê derbas bûne û ev nirxandin kir: "Bi qetilkirina gelên Asûrî, Suryanî, Keldanî, Laz, Ermenî, Êzidî; Rûm û gelek civakên din re, ev xak hatiye ziwakirin. Dewleta zilmkar a mêtînger a TC ku xwe dispêre Osmanî, bi hêza ji efendiyên xwe yên emperyalîst wergirtî re, bi zorê dest danî ser mal, milk û dewlemendiyên Ermenî, Rûm û gelên din. Bi vê desteserkirinê ve dewleta komarê ava kir. Qaşo ji bo pêşeroja vê dewletê jî bi referansa 'yek milet, yek ziman, yek dewlet, yek bawerî, yek al, yek welat' di serî de neteweya Kurd hemû neteweyên din û komên baweriyan înkar kir, red kir û polîtîkaya komkujî û asîmîlasyonê meşand."

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku qirkirina Ermeniyan ji hêz û navendên emperyalîst bi taybetî ji Elmanyayê cuda pêk nehatiye û hat gotin, "Serokwezîrê Elmanyayê yê wê demê Eberhart bi daxuyaniyekê got, 'Ermenî mehf bûne yan nebûne, ev qet me eleqedar nake' û bi vê daxuyaniyê re piştrast bûye ku qirkirina Ermeniyan bi îcazet wan hatiye kirin. Qirkirina Osmanî û dewleta TC anî serê Ermeniyan, bêguman ji bo qirkirina Yahûdiyan a ji aliyê faşîzma Hîtler ve hat kirin, bûye çavkaniyeke îlhamê.

Zîhniyet û rastiya komkujî û qirkirnê ya faşîst a ji Osmaniyan destpê kir, bi TC'ê re xwe gihand roja îro û bi pêşengiya AKP'ê niha tê dewamkirin, tevî li Koçgirî, Agirî, Zîlan û Dêrsimê, li qadên Roboskî, Pirsûsê, Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Gever û Farqînê bi heman rengî dewam dike. Erdogan ê faşîst bi daxuyaniya 'eger pêwîstî pê hebe ji dûr ve bi rengekî topyekûn tine bikin' nîşan dide ku kevneşopiya qetlîamker didomîne. Li aliyê din, bi operasyonên qirkirina siyasî bi hezaran kes hatin binçavkirin û girtin."

Daxuyanî bi vê bangê bi dawî bû:

"Çawa ku piştî qetilkirina Hran Dînk bi mîlyonan mirovan gotin 'Em hemû Hrant in-Em hemû Ermenî ne', divê em îro jî bi dirûşma 'Em hemû Ermenî ne, em hemû Kurd in' dakevin qadan û li dijî dewleta TC a bi pêşengiya AKP a faşîst hevkariyê ji emperyalîzmê re dike, bisekinin. Di sala 101. de em qirkirina li Ermeniyan hatiye kirin careke din lenet dikin. Heman polîtîka îro li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi înkar, tinekirin, asîmîlasyon, komkujî û qirkirinan didome. Weke TŞYG, li dijî desthliatdarî û sîstemên bi serdstiya faşîst, paşverû, kapîtalîst û emperyalîst em bang li gelên xwe dikin ku bi şiyara 'Şerê Şoreşger ê Hevgirtina Gelan' têkoşînê mezin bikin."