'Em li dijî dagirkeriyê bikevin nava liv û tevgerê'

Komîteya Piştevaniya Rojava ya li Ewropayê hişyar kir ku dagirkerî wê bibe sedema drameke mezin a mirovahiyê û DAÎŞ'ê ji nû ve zindî bike. Komîteyê li dijî vê yekê bang kir ku her kes bikeve nava liv û tevgerê.

Komîteya Piştevaniya Rojava ya Ewropayê der barê amadekariya dagirkeriyê ya desthilatdariya AKP-MHP'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî bi sernavê "Li dijî paqijiya etnîkî û dagirkeriya Tirk a li dijî Kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga lezgîn ji bo 12'ê Cotmehê Roja Çalakiyan a Global e" hate weşandin û hate gotin, "Ji roja ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye sînorê Tirkiye û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê gelekî ewle ye, ji vê herêmê ti çalakiyeke çekdarî li dijî Tirkiyeyê nehatiye kirin."

'DINYA JI BARBARIYA DAÎŞ'Ê HATE PARASTIN'

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku di encama hevdîtinên navbera Rêveberiya Xweser û dewleta Tirk de ku bi navbeynkariya DYE'yê hate kirin, QSD'ê bi rengekî eşkere nîşan da ku dixwaze ji bo aştiyeke mayinde bixebite" û hate gotin, "Daxuyaniya nû ya ji aliyê Serokê DYE'yê Donald Trump ve hate ragihandin, binpêkirina peymana navbera Rêveberiya Xweser û dewleta Tirk e."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo paqijkirina herêmê ji DAÎŞ'ê, ji bo parastina gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo afirandina paşerojeke baştir ji bo wan, ji hêzên ewlekariya herêmê 11 hezar kesî canê xwe feda kirin û zêdeyî 22 hezar kes jî birîndar bûn. Bi rêya vê yekê dinya ji barbariya DAÎŞ'ê hate parastin.

'WÊ BIBE SEDEMA MIRIN Û HILWEŞANDINÊ; EM BIKEVIN NAVA LIV Û TEVGERÊ'

Dagirkirina herêmê ji aliyê hêzên Tirk ve wê derfetê ji DAÎŞ'ê re biafirîne ku ji nû ve zindî bibe û li dijî mirovahiyê sûc bike, her wiha gefê li Rojhilata Navîn, Ewropayê û tevahiya dinyayê bixwe. Ev yek jî wê bibe sedema mirin û hilweşandineke gelekî mezin her wiha bi milyonan mirov ji cih û warê xwe koçber bibin."

Komîteya Piştevaniya Rojava bang li raya giştî ya navneteweyî û rêxistinên civakî yên sivîl kir ku li dijî dagirkeriya Tirk û paqijiya etnîkî di 12'ê Cotmehê de bikevin nava liv û tevgerê.