‘Em ê xwedî li mîrasa jinên berxwedêr derkevin’

Jinên li zanîngehan diyar kirin ku ew ê xwedî li mîrasa jinên berxwedêr derkevin.

Jinên li zanîngehan dixwînin bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîddeta Li Dijî Jinan li pêşiya kampusa Beyazitê ya Zanîngeha Stenbolê daxuyanî dan. Ligel ablûkaya polîsan û ewlehiya taybet, jin ji nava kampusê heta deriyê pêşîn meşiyan û diyar kirin ku ew ê li hemberî şîdeta mêr û dewletê bêdeng nemînin. Li ser navê çalakvanan Ayşe Buşra Yilmaz daxuyanî xwend.

‘GIYANÊ SERHILDANÊ YÊ MILYONAN JINAN BI ME RE YE’

Yilmaz diyar kir ku şîdet û cînayeta li ser jinan roj bi roj zêdetir dibe û got: “Em xwedî li mîrasa jinên berxwedêr derketin û em ê derkevin jî. Ji Lîlîthê heta Hypatîayê, ji Harrîet Tûbmanê heta Marîe Cûrîeyê, ji Ekîn Wanê heta Nûriye Gulmenê, giyanê serhildanê yê bi milyonan jinan bi me re ye.”

Yilmaz diyar kir ku ew di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Şîddeta Li Dijî Jinan de hemû jinan vedixwînin Taksîmê.