'Em ê roja şehadeta Zîlan bikin roja berxwedanê'
'Em ê roja şehadeta Zîlan bikin roja berxwedanê'
'Em ê roja şehadeta Zîlan bikin roja berxwedanê'
Kordînasyona Yekîtiya Star bi boneya 17᾿emîn salvegera şehadeta gerîlaya PKK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) ku li dijî êrîşên li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê çalakiya întiharê pêk anî bû, daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku, ewê roja çalakiya Zîlan bikin roja berxwedana li dijî dijminên gelê Kurd.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku Zîlan bersiva komploya navnetewî ku li dijî gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû ye û bi çalakiya fedayî tirs xistiye nava artêşa tirk. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku Zîlan beriya çalakiya xwe, nameyek li pey xwe hiştiye û di nameya xwe de banga berxwedana di riya çareseriyê de kiriye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Zîlan bûye sembola kesayate jinan, rewşa ku jin têde ye, bi kûrahî tehlîl kiriye, li dijî desthiladariya mêran helwesta xwe nîşan daye û derbeyek xurt li zihniyeta desthiladariya mêran daye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Zîlan şervana pêşengek bû û ev tişt hatin gotin: “Zîlan bû kesayeta siyasetmedar û rêvebera leşkerî ku rê li ber qonaxeke nû vekir. Zîlan felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan baş fêm kir û di dem û cihê pêwîst de bersiva wê da.᾿̓
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, çalakiya Zîlan a fedayî, di riya azadiyê de çalakiyek pîroz e û bûye rihê bawerî û jiyana azad.
Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku, dê Yekîtiya Star roja şehadeta Zîlan bike roja berxwedana li dijî hêz û aliyên ku li dijî azadiya gelê Kurd disekinin, her wiha bikin roja bersivdayîna plan û êrîşên li ser gelê kurd û ev bang hate kirin: “Em bang li gelê xwe dikin da ku li ser xeta hevala me Zîlan berxwedana jiyana azad bilind bikin û teslîmkarî û koletiyê bi hemû awayî red bikin.᾿̓