‘Em ê jiyana nû bi karkeran re ava bikin’

Hevşaredarên Wanê, hevserokên HDP-DBP’ê yên Wanê û namzetên HDP’ê yên Wanê bi munasebeta 1’ê Gulanê peyamek weşandin.

Hevşaredarên Wanê, hevserokên HDP-DBP’ê yên Wanê û namzetên HDP’ê yên Wanê bi munasebeta 1’ê Gulanê peyamek weşandin. Di peyaman de bal kişandin ser cînayetên kar ên ku hikûmeta AKP’ê jê berpirse û wiha hate gotin: “Piştî 7’ê Hezîranê em ê jiyana nû bi hevalên xwe yên karker re ava bikin.”

EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN DAXWAZÊN WAN

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Hatîce Çoban û Bekîr Kaya cejna karkeran pîroz kir û got ku keda gelek karkeran dibe qurbana hêrsa karê serdestan û wiha hate gotin: “Em li şaredariyên xwe ji bo hevdîtina watedar a ji kedê re rêzdar in û herêma girîng a têkoşîna demokratîk a herêmî ye, têdikoşin. Em di wê baweriyê de ku hemû gelê me xwedî li mafên edaleta civakî, aştî, serxwebûn, wekhevî û azadiyê derdikevin û em piştgiriya xwe ji bo wan tînin ziman.”

HDP WÊ DAWÎ LI KOMKUJIYA KARKERAN BÎNE

Hevserokên HDP û DBP’ê yên Wanê jî peyamek weşandin û gotin: “ Keda ku nirxa hevpar a civakîbûnê ye, pîrozî û xwêdana eniya mirovahiyê ye. Pergala kapîtalîst mêtingeriya vê kedê dike. Tenê di 2014’an de me li Soma, Ermenek û tersaneyan bi sedan kes winda kir.  Bi sedan karkerên madenê winda kir. Yekan partiya dawî li van komkujiyan bîne HDP ye. Ji ber vê me di beyannameya xwe ya hilbijartinê de got divê em xwedî li kedê derkevin.”

EM Ê BI KARKERAN RE JIYANEK NÛ AVA BIKIN

Namzetên HDP’ê yên Wanê gotin her sal bi sedan karker li tersane û kanên madenê dimirin û got: “Karker di bin şert û mercên giran de wek kole tên xebitandin. Di beyannameya hilbijartinê ya HDP’ê de daxwazên weke xwedî li maf derketin, pêkanîna mafên civakî û bi dawîbûna taşerontiyê cih digirin. Em ji bo dawî li van komkujiyan bînin û kedê biparêzin diçin Meclîsê. Em ê di 7’ê Hezîranê de jiyana nû bi hevalên xwên karker re ava bikin.”