‘Em ê dev ji doza Yeter Polat neqerin’

Li Berlînê ji bo Yeter Polat ku ji hêla hevserê wê ve hate kuştin çalakî hate kirin û hate gotin, ‘jin ne neçar in’

Li Berlînê, Elmanyayê jinên Kurd û Elman li ber avahiya dadgehê hatin cem hev û çalakiyeke protestoyî pêk anîn. Endamên Meclîsa Jinan a DEST DAN’ê diyar kirin ku ew ê de ji doza Yeter Polat neqerin.

Par li Elmanya, meha Kanûnê Yeter Polat, dayika 5 zarokan ji hêla hevserê wê Mehmet Emîn Pehlîvan ve hate kuştin. Doza Polat li paytext Berlînê berdewam dike. Endamên DEST DAN’ê her roja danişîna dozê li ber avahiya dadgehê ya li Tûrm Str’yê çalakiyê dikin.

Hate diyarkirin ku ji ber sedemên teknîk doza Polat hatiye taloqkirin. Jinên Kurd û Elman bi çalakiya xwe hem li doza Yeter Polat xwedî derketin û hem jî tundiya li ser jinê şermezar kirin.

XWÎŞKÊN POLAT: EM NE NEÇAR IN

Xwîşk û birayên Polat  diyar kirin ku DEST DAN ji roja ku Polat hatî kuştin ve tim li cem wan in û gotin, ‘’Jinên me ne neçar in. Sazî û dezgeh hene li  me xwedî derdikevin. Divê jinên ku tundî li ser wan heye bi vê bizanibin.’’

ŞOPDARÊN DOZA YETER IN

Yekîtiya Jinên Sosyalîst û TJK-E diyar kirin ku ew ê şopdarê dozê bin.

Doza Yeter Polan 7-13 û 14’ê Kanûnê wê were dîtin.