'Em ê bi hev re welatekî ku Hrant neyên qetilkirin ava bikin'

Rêxistinên Ciwanan, 10'emîn salvegara qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk, bi meşekê ji Banka Kûrtûlûşê heta pêşiya Rojnameya Agosê, bi bîr anî.

Ciwanên ku bi dirûşma "Em hemû Hrant in, Ermenî ne" dest bi meşê kirin peyama: "Em ê bi hev re welat û cîhanekî ku Hrant neyên qetilkirin mil bi mil ava bikin." da

Bi boneya 10. salvegera qetilkirina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agos Hrant Dînk, Rêxistinên Ciwanan, ji pêşiya Akbanka li taxa Kûrtûlûşê heta pêşiya Rojnameya Agos a Şîşliyê meşiyan. Di meşê de dowîzên bi zimanê Kurdî, Tirkî û Ermenî ku nivîsandibû "Em hemû Hrant in, Ermenî ne" hatin hilgirtin, bi yek dengî dirûşmên "Em hemû Hrant in, Ermenî ne" , " Dewleta kujer wê hesab bide" û "Bijî yekîtiya gelan" hatin qîrkirin. Rêxistinên Ciwanan li cihê ku Hrant hate qetilkirin bi findan "10 Hrant" hate nivîsandin, aktivîteya bîranînê bi guhdarkirina helbestan ve destpê kir.

Li ser navê Rêxistinên Ciwanan ên ji Ciwanên HDP'ê, HDK'ê, Nor Zartonk, AKA-DER, Kaldiraç, ODP, SYKP, TKP û Yenîyolê pêk dihatin, daxuyaniya bi zimanê Tirkî ji aliyê Damla Şahîn û ya Ermenî jî ji aliyê Sayat Tekîr ve hate xwendin.

BERPIRSÊ QETLÎAMÊ DEWLET E

Şahîn bi bîr xist ku beriya 10 salan weke îro Hrand Dînk hate qetilkirin û wiha got: "Beriya 10 salan sed hezar kes ji bo Hrant Dînk meşiyan. Hrant ê ku li dijî înkar û derewên 100 salan rawestiya, ji bo azadî, aşatî, biratî û wekheviyê dengê xwe bê tirs bilind kir, piştî 10 salan û şûn de kesên ku xwedî li wî û fikrên wî derdikevin, carekî din li hev civiyan.

Şahîn û Tekîr ên ku destnîşan kir ku ev 10 sal derbas bû lê edalet nehat cih û ev tişt anî ziman: "Ev 10 sal derbas bû, desthilat qetlîama Hrant Dînk ji bo têkoşîna desthiladariyê ûweke alava şer bikar tîne. Destpêkê gotin qatilê Dînk "Ergenekonîne" piştre jî gotin "Parelelîne." Nexazim ji roja destpêk ve sed hezar kesî bi yek dengî digotin "Dewleta kujer wê hesab bide."

Tekîr û Şahîn gotin: "Ev 10 sal in, tarîtiya ku ji zarokekî qatilek afirand, li tevahî welat bûye serwer." Di dewam Daxuyaniyê de Şahîn û Tekîr ev tişt got: "Em, dîsa li cihê ku ketîne, li hev civiyane. Em baş dizanin wê ev tarîtî, di bin ronahiya rojê de bifetise. Em ê bi hev re welat û cîhanekî ku Hrant neyên qetilkirin mil bi mil ava bikin."

Bîranîn bi dirûşman ve bi dawî bû.