BI DÎMEN

'Em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya gelan û jinan misoger bikin'

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), Liyan Şîndayê Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar kir û got: “Em ê bi pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo azadiya gelan û jinan misoger bikin.”

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KJAR’ê Liyan Şîndayê hevpeyvînek da ANF’yê û wiha got: “Em komploya navneteweyî ya ku di kesayetiya Rêber Apo de li ser gelê Kurd û PKK û hemû gelan pêk hat, şermezar dikin. Em di heman demê de şehîdan, hevalên xwe û gelê welatparêz ku di pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ê de canê xwe feda kirin, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em li ber wan serê xwe ditewînin û soz didin ku em ê rêya wan bidomînin û tecrîdê bişikînin û bêguman em ê Rêber Apo ji aliyê fizîkî ve azad bikin.”

'YA KU JIYANÊ RONÎ DIKE NE ROJ E, ARMANCA ZELAL Û DIYAR E'

Ew çalakî bi armanceke zelal hatin kirin, gotinek heye ku dibêje ‘Ya ku jiyanê ronî dike ne roj e, armanca zelal û diyar e’, wê demê jî gel armanca xwe diyar kiribû. Jin, ciwan, temenmezin û hemû beşên civakê beşdarî çalakiyan bûn. Ya ku ruhê mirov ronî dike, cîhanê ronî dike û hesta azadiyê ava dike, armanca diyar e. Rêber Apo; azadiya me, armanca me û hebûna me ye, ji ber vê yekê pêngava ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ê dest pê kir.”

'BÛ HÊVIYEK'

Liyan Şîndayê di berdewamiya axaftina xwe de ev nirxandin kirin: “Komplo tenê li ser kesekî pêk nehat, armanca wê Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê bû û bi pêşengiya Amerîka, Brîtanya, Îsraîl û beşdariya gelek dewletan ji bo berjewendiyên xwe hat kirin. Ew komplo di kesayetiya Rêber Apo de têk çû û bi paradîgmaya nû, sîstema neteweya demokratîk, konfederalîzma demokratîk rê neda ku ew komploya sîstema kapîtalîzma cîhanî bi ser bikeve. Her wiha bi vê paradîgmaya nû, bi taybetî sîstema konfederalîzma demokratîk ji bo jinan û ji bo gelan bû hêviyek.”

'AZADÎ Û SIBEROJA XWE TÊ DE DÎTIN'

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KJAR’ê Liyan Şîndayê ragihand: “Di dema komployê de yek ji wan cihan ku herî zêde nerazîbûna xwe nîşan da, rojhilatê Kurdistanê bû. Di demekê de ku rojhilatê Kurdistanê wekî parçeyên din Rêbertî û PKK nas nedikirin, lê dîrokeke wan a kevnar heye, dizanin li ku û çawa nerazîbûna xwe nîşan bidin, dizanin bi çi awayî xwedî li hebûna xwe derkevin, di dema komployê de çalakiyên curbecur çêkirin, gel şehîd dan û birîndar bû, di nav wan de Zehraya 12 salî jî hebû ku hebûn, nasname û azadiya xwe di Rêber Apo de dît.

Gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî dîrokeke kevnar in, xwedî çanda berxwedanê ne, li hember zilmê serî netewandine, nerazîbûna xwe nîşan dane û divê ji vir û pê ve jî bêdeng nemînin.”

'ŞOREŞA JIN, JIYAN, AZADÎ BERXWEDANEKE DÎROKÎ BÛ'

Endama Komîteya Perwerdeyê ya KJAR’ê Liyan Şîndayê nirxandina xwe wiha domand: “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê ne tenê çalakiyek bû, berxwedaneke dîrokî bû. Rêber Apo got heta jin azad nebin, civak û jiyan azad nabe. Ji ber ku jin jiyan e. Jin, Jiyan, Azadî ne tenê dirûşmeyek bû, teqîna dîrokekê bû ku 5 hezar sal in tê qirkirin û bêdengkirin.

Şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê destpêkek bû û ne dawî ye, her roj xwe nû dike û mezintir dibe û yekîtiya jinan û gelan ava dike, azadî û demokrasiya gelan ava dike; yekîtiya jinan dê tecrîdê bişikîne û dagirkeran hilweşîne.”

Liyan Şîndayê di dawiya hevpeyvînê de ev tişt anîn ziman: “Banga me ji bo hemû gelê Kurd ew e ku em dest di nav dest de û bi yekîtiyê dikarin xwe rêxistin bikin û vî şerî rawestînin, komkujiya li ser gelan rawestînin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin û rizgarî û hebûn û nasnameya xwe bi dest bixin û vê salê bikin sala serhildanê, sala berxwedan û yekbûnê û bi rêya azadiya fizîkî ya Rêber Apo demokrasiya gelan, azadiya jinan û civakê pêk bînin.”