'Em çekan didin muxalifên Sûriyeyê'

'Em çekan didin muxalifên Sûriyeyê'

Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Laurent Fabius da diyarkirin ku, Fransa û Îngilîz bi biryarin ku ger piştgiriya YE ne bejî ew dê çekan bidin muxalifên Sûriyeyê.

Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius destnîşan kir ku, Fransa û Îngiltere bibiryarin ku ger piştgiriya Yeketiya Ewropa (YE) nebe jî ew dê çekan bidin muxalifên Sûriyeyê. Fabius da zanîn ku, ew dê di civîna Yeketiya Ewropayê de jî vê mijarê bînin rojev û got, şert û merc çi bin bila ew bin welatê wan dê alîkariyê bide muxalifan. Fabius anî ziman ku, pêwîste Ewropa bilez û bez tevger bike.

Hêjayî gotinê ku her çendî Tirkiye bi awayek fermî weke Fransa û Îngîltereyê aşkera nabêje jî, lê gelek caran derket holê ku, Tirkiye komên çete çekdar dike û rêdike nav Sûriyeyê bitaybet jî herêmên Kurdan. Tirkiyeyê komên çete çekdar dikir û rêdikir Serêkaniyê. Her wiha komên çete li welatê xwe jî perwerde dikir.