'Em azadiya nasname, ziman û serokatiya xwe dixwazin'

'Em azadiya nasname, ziman û serokatiya xwe dixwazin'

Dayîka Selam Encu Semîre Encu di mitînga jinan a li Sîlopiyê de axivî û wiha got: "Heke dewlet samîmî be bila kiryarên Roboskî û Parîsê bila derxin holê." Parlementera BDP'ê Ayla Akat Ata jî wiha got: "Peyamên me zelal in. Em daxwaza azadiya nasname, ziman û serokatiya xwe dixwazin."

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê mitînga 8'ê Adarê bi tevlîbûna hezaran jinan pêk hat. Bi hezaran jin serê sibê bi kincên gelerî yên ji Şirnex, Cizîr, Hezex, Qileban, Elk û Basa hatin qad dagirtin. Di mitîngê de pankartên "Em dê bi rêxistinê berxwe bidin bi berxwedanê dawiyê li şîdeta jinê bînin" û "Jin jiyan azadî" hatin vekirin. Parlementara BDP'ê Ayla Akat Ata, Endama Meclîsa BDP'ê Rabîa Takas, aktîvîstanên DOKH, Dayîkên Aştiyê û malbatên Roboskî. Di mitîngê de sloganên "Jin jiyan azadi", "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Di mitîngê de gelek alên PKK'ê, posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên 3 jinên li Parîsê hatin qetilkirin ahtin vekirin.

Piştî rêzgirtinê mitîngê dest pê kir. Endama Meclîsa Giştî Jiyan Demîr li ser navê komîteya amadekar axaftinek kir û hemû jinên qada mitîngê dargirtin silav kirin. Piştî axaftina Demîr Koma Xweza derket ser dikê û stran gotin. Dema dayîkên Roboskî bi wêneyên zarokên xwe ketin qada mitîngê slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin.

Pişt re dayîkên Roboskiyî derketin ser dikê û jin silav kirin. Li ser navê dayîkan dayîka Selam Encu Semîra Encu axivî û bal kişand ser hevdîtinên bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re tên kirin û wiha got: "Heke dewlet samîmî be bila kiryarên Roboskî û Parîsê derbixin holê"

Parlementera BDP'ê ya Êlihê Ayla Akat Ata jî diyar kir ku bi armanca 8'ê Adarê piroz bikin li qadan in û wiha got: "Bernameyên îsal ji 3 jinên Parîsê re hatin qetilkirin hatin diyarkirin. Bila hemû kes bizane jina kurd gotina xwe gotiye. Jinê kurd bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin. Tu kes me ji vê riyê venagerin e. Em dibêjin an azadî an azadî. Sala 2013'an dê bibe sala azadiyê. Em li vir azadiya ziman, çand, nasname û serokatiya xwe dikin. Niva civakê ji jinan pêk tê. Jin jiyan e. Em dê di vê pêvajoyê de li cem serokê xwe cih bigirin. Peyamên me zelal in. Em daxwaza azadiya nasname, ziman û serokatiya xwe dixwazin."

Pişt re peyama Parlementera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak a di girtîgehê de hate xwendin. Pişt re hûnermend Rojda û Koma Bişenk derketin ser dikê û stran gotin. Piştî mitîngê koma dixwast bimeşe rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û ava şid hatin.