‘Em armanc dikin ku niha vegera gundan destpê bike’

‘Em armanc dikin ku niha vegera gundan destpê bike’

Jin di her hevtîdinên xwe de bal dikişînin ser berhemên şer û bandora şer a li ser jinê û ji ber vê sedemê jî herî zêde jin bo aştî û azadiyê tevdigerin. Elîf Guvend bêtir mijara valakirina gundên bakûrê Kurdistnaê ya salên 90’î re eleqedar dibe û rê û rêbazên vegera gund digere. Zelal Ayman bal kişand ser nêrîn û nêzîkatiya jinên Tirkiyeyê ya salên 90’î û da zanîn ku salên borî li hemberî peyva kurdî tehamûl nedihat kirin.

Di pêvojaya ku hatî destpêkirin de jin di her platforman de nêrînên xwe tînin ziman. Jin ne tenê bi mijarekî re eleqedar dibin. Ji bo jinan hemû qadên jiyanê jinê eleqedar dike û ji bo ziman, çand, feraset, koçberî, aborî, siyasî, xwezayî, tenduristî û ewlehiyê plansaziya xwe ya pêşerojê dikin.  Elîf Guven li Amedê û Zelal Ayman jî li Stenbolê dijî û her du jinên kurd heman tiştî difikirin û tînin ziman. Ji bo herduyan destpêkirina pêvajoyeke nû ji bo hemû jinan girîng e û nêrînên xwe JINHA’yê re parvekirin.

‘EM ARMANC DIKIN VEGERA GUNDA DESTPÊ BIKE’

Endama Lîjneya Rêveberiya Odeya Mîmaran a Amedê û endama komîsyona vegera gund a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ‘Rêya jiyana komînal a jinê’ Elîf Guven di axaftina xwe de bal kişand ser bandora şerê ku bi salan didome. Her wiha Elîf di axaftina xwe de li ser xebatên komîsyonê agahî da û wiha got: “Ez bi taybetî mijara valakirina gund û vegera gundan re mijûl dibim. Em dixwazin projeyên alternatîf biafirînin. Ji ber ku bi salên 90’î re gel gundê xwe ji ber şer terk kir, li bajar û metropolan dest bi jiyaneke din kir. Em armanc dikin ku niha vegera gund destpê bike û êdî mafê gel neyê binpêkirin.”

‘DI KOÇBERIYÊ DE HERÎ ZÊDE JIN MEXDÛR BÛN’

Elîf daxuyand ku,  di koçberiyê de herî zêde jin mexdûr dibin û ev tişt ji berhemên şer diqewîme û wiha dirêjî da nêrînên xwe: “Komîsyona me ya KCD’ê di derbarê ve mijarê de raporek giştî amade kir. Bi taybetî rapor hemû beşan berfireh vedibêje. Me vê rapora xwe pêşkeşî konferansa Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan kir. Me xwest ku em vê mijarê bi jinên Tirkiyeyê ve nîqaş bikin. Ji ber ku mijareke girîng û sereke ye.”

‘HERÎ ZÊDE JIN NÎQAŞA AŞTIYÊ HEWCEDAR DIBÎNIN’

Elîf di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kombûna jinê û da zanîn ku, ev hevdîtina jinê ji bo pêşerojê girînge û jin bêtir hevdû fêm dikin, jin dê bibin pêşengê vê pêvajoya ku hatî destpê kirin û rol mîsyona xwe bînin cih.

Zelal Ayman di Komeleya Çareseriyên Nû ya Mafên Mirovan a Jinê de û Tevgera Jinên Tirkiyeyê de dixebite û bal kişan ser pêvajoya bêdengkirina çêkan û got ku, ji bo Tirkiyeyê û ji bo jinê girînge. Zelal destnîşan kir ku, ne tenê îro bi salane hewcebûna aştiyê ji hêla civak û jinê ve tê nîqaşkirin û wiha axivî: “Lê herî zêde jin nîqaşa aştiyê hewcedar dibînin.  Di salên 90’î heta îro bandora şer û berhemên şer û çareseriya pirsgirêkê ji hêla jinê ve nirxandin. Tecrûbeyên jinan ên salên borî îro ev berhemana derxistiye holê.”

Zelal got, niha li Tirkiyeyê mijara herî girîng destpêkirina pêvajoya aştiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Konferansa ku ji hêla jinên Tirkiyeyê ve hatî organîzekirin girînge. Ji gelek bajaran gelek jin tevlî xebatên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan dibin. Konferansa ku hatî organîzekirin jî ji bo pêşeroja jinên Tirkiyeyê girînge.  Jin divê çalakî û xebatên xwe bike yek û bi taybetî jî yekitiya xwe avabike. Di salên 90’î de têkoşîna jinê Kurd gelek zehmet bû ji ber ku tehemûla jinên Tirkiyeyê ji bo kurdbûnê tunebû û her tim bi bertek nêzî pêyva kurdî dibûn. Lê niha ne wisa ye. Niha jî divê jinên kurd û jinên tirk hevdu baş fêm bikin. Ji ber ku pirsgirêkên jinan wekhevin. Li Tirkiyeyê jin rastî tundî, tacîz, tecawiz û qetilkirinê re rû bir û dimînin.”

Zelal di axaftina xwe de bal kişand ser çareseriya pirsgirêkan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê di derfetên wekhev de nîqaş bê kirin. Jin divê hem ji bo xwe û hem jî ji bo giştî tevbigere.”