Elmanyayê dest bi perwerdekirina pêşmergeyan kir

Elmanyayê dest bi perwerdekirina pêşmergeyan kir

Ji bo bikaranîna çekên di çarçoveya alîkariya leşkerî ya ji Başûrê Kurdistanê re hatin dayîn, Elmanyayê dest bi xebatên perwerdekirinê kir. Di daxuyaniya li malpera artêşa Elman (Bundeswehr) de hat weşandin hat ragihandin ku du efserên (sûbay) Elman li Başûrê Kurdistanê dest bi dayîna perwerdeya çekan kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 33 pêşmerge tevlî perwerdeya bikaranîna cîhaza ragihandinê, cîhaza lêgerîna metal û dûrbîna şevê yên ji aliyê artêşa Elman ve hatine dayîn, bûne. Agahiyeke zelal nehat dayîn ku perwerdeya çekan wê çiqasî dewam bike. Hat ragihandin ku veguhastina maşînên leşkerî û çekên G3 û G36 tê payîn.

Piştî ku çeteyên Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê li Şengal û derdora wê komkujî kirin, hikûmeta Elman biryar dabû ku alîkariya çekan bide rêveberiya Başûrê Kurdistanê. Beşa destpêkê ya çekan, çend hefte berê ji Hewlêrê hatibû şandin.

Di çarçoveya alîkariyê de wê teçhîzata leşkerî û çekên bi buhayê 70 mîlyon euroyî bên şandin. Bi çekên Elmanya re tê payîn ku bi hezaran pêşmerge werin biçekkirin.