Elmanya tenê bi fikar e

Wezîrê Dewletê yê Elmanyayê yê ji Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth diyar kir ku ji ber binpêkirin û kiryarên Tirkiyeyê yên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ew bi fikar in, lê belê negot ku li dijî vê yekê çi dikin.

Têkildarî nûçeyên ku dibêjin, hêzên şer ên Tirk li Efrînê jinên Êzidî li girtîgeheke veşartî dihêlin, bi navê Hikumeta Federal a Elman Wezîrê Dewletê Mîchael Roth bersiv da pêşnûme pirsekê û got, "Ji ber agahiyên ji herêmê tên em bi fikar in."

Civata Gelên Metirsî li ser wan heye, ku navenda wê li bajarê Gottîngen ê Elmanyayê ye, eşkere kiribû ku li Efrînê çeteyên bi navê Tumena Hamza ya ser bi artêşa Tirk, jinên Efrînî direvînin ku li girtîgeheke veşartî digirin. Pisporê saziyê yê Rojhilata Navîn Kemal Sîdo diyar kiribû ku mîna çeteyên DAÎŞ'ê, êriş li dijî jinên Êzidî tê kirin. Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût jî mijar xist rojeva Meclîsa Federal. Akbûlût, ji bo girtina girtîgeha veşartî ya navborî û ji bo bidawîkirina dagirkeriya li Efrînê ku Desteya Zanistiyê ya Meclîsa Federal ev yek wke binpêkirina hiqûqa navneteweyî pênase kir, pirsî ku hikumeta federal çi dike.

GOTIBÛN 'SIVÎLÊN LI EFRÎNÊ BIPARÊZIN'

Bi navê Hikumeta Federal a Elmanyayê Wezîrê Dewletê yê ji Yekîtiya Ewropayê Berpirsyar Mîchael Roth bersiv da pirsa parlamenter Akbûlût. Roth diyar kir ku têkildarî rewşa li Sûriyeyê em timî agahiyan ji Tirkiyeyê werdigirin û got, "Dema ku operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê dest pê kir, hikumeta federal ji Tirkiyeyê xwest ku gelê sivîl bê parastin û li gorî hiqûqa navneteweyî tevbigerin."

Roth anî ziman ku agahiyên li ser binpêkirina mafên mirovan li Sûriyeyê, bi taybetî jî nûçeyên li ser kiryarên hêzên Tirkiyeyê li Bakurê Sûriyeyê li dijî Êzidiyan wan dixe nava fikaran. Roth îdîa kir ku hikumetê ev agahî bi çavkaniyên serbixwe nekariye piştrast bike û îdîa kir ku ne erka Elmanyayê ye ku têkildarî sûcên şer ên li herêmê dadgehekê ava bike.

'HEVDÎTINÊN XWE DIDOMÎNIN'

Wezîrê Dewletê Mîchael Roth diyar kir ku hikumeta wan ji sala 2015'an û vir ve Sûriye jî di nav de ji bo avakirina Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî hewl dide, lê belê ev daxwaz ji ber vetoya Rûsya û Çînê ya li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi cih nehatiye anîn. Roth bi navê Hikumeta Federal ji bo bidawîbûna şerê li Bakurê Sûriyeyê bang kir û got, "Divê êdî êşa gelê li herêmê bi dawî bibe. Ji bo aloziya li herêmê zêde nebe, ji bo gelê sivîl bê parastin û alîkariya însanî bigihêje herêmê em bi partnerên xwe yên navneteweyî re dikevin nava hewldanan."

AKBÛLÛT: DIVÊ TIRKIYE Û ÇETEYÊN WAN BÊN DARIZANDIN

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku bersiva Hikumeta Federal têker nîne. Akbûlût xwest ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê ji aliyê Elmanyayê ve ji nedîtî ve neyên û got, "Ji ber sûcên ku li dijî Kurdan û gelên li herêmê kirine divê Tirkiye û çeteyên wan li Dadgeha Sûcên Şer a Navneteweyî bên darizandin."

'EGER BI FIKAR IN, HINGÎ BILA AMBARGOYA ÇEKAN DEYNIN SER'

Akbûlût ragihand ku ji bo avakirina dadgeheke bi vî rengî wê hewldanên xwe bidomînin û destnîşan kir ku Elmanya di vê mijarê de dikare roleke girîng bilîze. Akbûlût got, "Hikumeta Federal diyar dike ku ew ji ber sûcên li Efrînê bi fikar in. Hikumet bi danîna ambargoya çekan a li ser dewleta Tirk dikare nîşan bide ku ji dil e. Ji ber ku beşeke girîng a sûcên li Efrînê bi çekên Elman tên kirin."