Elmanya li îxracata çeteyan mukur hat

Elmanya li îxracata çeteyan mukur hat

Yek ji welatên ku gelek kes jê tevlî DAIŞ'ê dibe Elmanya ye. Elmanyayê li xwe mukur hat, ku ji olperestên tund welêt biterikînin, demekê xebat hatiye meşandin.

Ji departmana polîsê Bavyera Ludwig Schierghofer ji bernameya bi navê Monitor a li televîzyoneke Elman de hat weşandin axivî û anî ziman ku ji bo olperestên tund welêt biterikînin û ji bo wan nebin gefek, wan polîtîkayek meşandine.

Schierghofer diyar kir ku kesên xwedî potansiyela pêkanîna êrîşekê li nava Elmanya, dema dixwestin derkevin derveyî welêt wan derfet dane wan yan jî ji bo bên dersînorkirin ketine nava hewldanan û ji bo Elmanyayê biterikînin zext li wan kirine.

Li gorî nûçeyên di medya Elman de cih girtin, ev pêkanîn cara yekemîn di sala 2009'an de li Bavyera ket meriyetê. Lê belê ji ber ku hat fêmkirin bi vê yekê re endam ji çeteyên weke DAIŞ'ê re peyda dibe, polîtîkaya xilasbûna ji olperestên tund di sala 2013'an de hatiye rawestandin.

Li dû van îfadeyên polîs Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê daxuyaniyek da û da zanîn ku hêzên ewlekariyê yên Elman vê gavê, li ser rawestandina tevlîbûna li nav 'xebatên terorîst ên dijwar' ên li welatên din, dixebitin.

Wezîr de Maiziere da xuyakirin ku wê destûr ji kesî re neyê dayîn ku ji Ewropayê ji bo li dijî Kurdan an jî Êzidiyan şer bikin, biçin. Destnîşan kir ku li gel vê yekê wê hatina olperestên tund ji bo Elmanyayê jî bê astengkirin.

Li gorî raporên Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn a Elmanya, herî kêm 400 kes ji Elmanyayê ji bo tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe çûne. Tê gotin ku hejmara rastî jî qat bi qat ji vê zêdetir e.