Elmanya li dijî endametiya Tirkiye ya YE derdikeve!

Elmanya li dijî endametiya Tirkiye ya YE derdikeve!

Li Elmanyayê, Partiya Demokrat a Xiristiyanan (CDU) a bi pêşengiya Serokwezîr Angela Merkel û hevkarê biçûk ê koalîsyonê Partiya Yekitiya Yekitiya Sosyal a Xiristiyanan (CSU) di bernameya xwe ya hilbijartinên 22'ê Îlonê de, bi awayekî zelal li dijî endametiya Tirkiyê ya Yekitiya Ewrûpa (YE) derdikevin.

Di bernameya yekitiyê (CDU/CSU) ya hilbijartinê de, ku ket destê Reutersê, gotina "Hevkariya bi îmtiyaz" hat derxistin.

Di pêşnûme metna ji 135 rûpelan de, der heqê têkiliyên Yekitiya Ewrûpa û Tirkiyê de weha tê gotin; "Ji ber ku Tirkiye pîvanên ji bo endametiya Yekitiya Ewrûpayê bicih neaniye, em li dijî endametiya wê ne. Ev welat, ji ber mezinbûn û bineyatiya xwe ya aborî, wê ji bo Yekitiya Ewrûpayê bibe barekî mezin." Bi vî rengî herdu partiyan helwesta xwe ya tund a ji bo pêvajoya endametiya Enqerê nîşan dan.