Elmanya hê jî çekan difiroşe Tirkan

Hikûmeta Federal a Elman bersiv da pirsnameya Partiya Çepgir û aşkere kir, 2020'an bihayê 22,9 milyon Euroyî çek firotine Tirkiyê.

Piştî êrîşê dagirker ên Tirk ên li ser Rojava-Bakurê Sûriyê yên 9'ê Cotmeha 2020'an Hikûmeta Federal a Elman ragihandibû ku ew nema çekan difiroşin Tirkiyê. Li gorî vê heta ku dagirkerî ku weke, ''binpêkirina hiqûqa navnetewî'' didît dom bikira wê peymanên firotina çekan nehatana pejirandin. Lê piştî bi demeke ne zêde derketibû holê ku ev biryara rêveberiya Berlînê ji çav re ye, 2019'an bihayê 31,6 milyon Euroyî çek firotine Tirkiyê. 

Partiya Çepgir a muxalîf a Elman beriya bi çend rojan pirsname da ber Meclîsa Federal. Hikûmeta bi seroktiya Merkel li xwe mikur hat ku 2020'an bihayê 22,9 milyon Euro çek firtoine Tirkiyê. Di dagirkerina Efrînê de jî tangên Leopard II yên Elman hatibûn bikaranîn û ez bûbû sedema nerazîbûna tund a raya giştî.

Wezîrê Karê Derve yê Elman HeÎko Mass got firotina çekan a ji bo Tirkiyê bi temamÎ nikare were rawestandin û bi vê peyam da ku hevkariya çekan a bi rejîma Erdogan re wê were domandin.