El Qaîdeyî li Dîlokê rehet digerin

El Qaîdeyî li Dîlokê rehet digerin

Piştgiriya Tirkiyeyê ya bo Çeteyên El Qaîdeyê roj bi roj bi belge, dîmen û agahiyên nû teqeztir dibe û rayedarên tirk der barê vê de tu tedbîrî nagiritin. Di nava heftey adawî de gelek birîndarên El Qaîdeî bi ambulansên tirkan birin nexweşxaneyên Dîlokê.

Vê yekê careke din piştgiriya AKP’ê û Tirkiyeyê ya bo çeteyan raxist ber çavan. Welatiyên li Dîlokê dijîn û nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku di demên dawî de bi taybet di êrîşên dawî yên li Efrînê de piştgiriya Tikriyeyê ya bo çeteyan zêde bûye.

Hate hînbûn ku ambulsan ji deriyê Bab El Selamî derbas dibin û birîndar û miriyan berhev dikin.

Çavkaniyên herêmê da zanîn ku beşa lezgîn ya Nexweşxaneya Dewletê a Ersîn Aslan hemû ji Sûriyeyê pêk tên.

Li gorî dîmeneke ketiye ber destê ANF’ê agahiyê piştrast dike.  Di dîmenan de li lokanteyekê sohbeta du endamên komên çekdar balê dikişîne. Tevgera ber nexweşxaneyê jî balê dikişîne.