El Nusra li Girê Spî dest bi talanê kir

El Nusra li Girê Spî dest bi talanê kir

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Girê Spî (Til Ebiyad) ji mizgefta bajêr banga talankirin û kuştina Kurdan tê kirin û niha li taxên Kurdan talan destpê kiriye. Hate ragihandin ku Cephet El Nusra bi tankan taxê Kurdan topbaran dike.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Girê Spî ji mizgefta bajêr banga talankirin û kuştina Kurdan tê kirin û niha li taxên Kurdan talan destpê kiriye. Hate ragihjandin ku Cephet El Nusra bi tankan taxên Kurdan topbaran dike û gelêk malên sivîl xera bûne. Çavkaniyên herêmê jî didin diyarkirin ku metirsiya kuştina sivîlan zêde bûye.  Li gorî agahiyên  hatine bidestxistin niha şerên di navbera Cephet El Ekrat û Cephet El Nusra  li derdora Rojavayê bajêr dewam dike û der barê kuştî û birîndaran de agahiyên misoger bi dest neketine.

Li gora agahiyên ji Girê Spî tên girtin, çeteyên El Nusra nasnameyan kontrol dike û kî Kurd be direvîne.