El- Hesen: Em bi zar, mal û canê xwe bi YPG’ê re ne

El- Hesen: Em bi zar, mal û canê xwe bi YPG’ê re ne

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li ser daxwaza gelê herêma Til Hemîs li dijî komên DAIŞ ev demeke herêmê dagir kiribû di 26’ê Kanûnê de operasyonek dabû dest pêkirin, heta niha bi dehan gundên herêma Til Hemis ji bin destê komên çeteyan rizgar kir. Serokê êlên ereb yên herêmê cihê YPG rizgar kiriye piştgiriya xwe didin diyar kirin. Rifaî Casim El-Hesen yê yek ji serokê êlên ereb û şêxê gundê Şermûxim ku YPG’ê duh  gundê wî ji komên çeteyan rizgar kiribû, diyar kir ku ew bi zar, mal û canê xwe bi YPG’ê re ne.

Li ser daxwaza gelê herêma Til Hemîs ev demeke ji aliyê DAIŞ ve hatibû dagir kirin, rizgar bike operasyonek di 26’ê Kanûnê li herêmê dabû despê kirin. Di encama operasyonê de heta niha bi dehan gund û bajarokek ji komên çeteyên DAIŞ hatin rizgar kirin. Gelên ev demeke ji ber wan koman neçar mabûn ya zilma wan koman qebûl bikin yan jî koçber bibin. Li herêmê heta niha bi sedan malbat koçber bûne. Gelê herêmê piştî ku YPG’ê hin herêm ji bin destê wan koman rizgar kirin, kêfxweşiya xwe û piştgiriya xwe tînin ziman. Rifaî Casim El-Hesen yê yek ji serokên êlên herêmê û şêxê gundê Şermûxim da zanîn ku ew bi zar, mal û canê bi YPG’ê re ne û wiha got “ Em kêfxweşin ku birayên me yên kurd hatine da ku me ji kesên wijdanê xwe firotine Îsraîl, Tirkiyê, Siûdiyê û welatên Rojava rizgar bikin. Em bi hemû tiştên xwe bi zar, mal û canê xwe bi YPG’ê re ne.”

El- Hesen da zanîn ku komên çeteyan malên wan talan kirin, gelek ciwanên wan kuştine û wiha dewam kir: “Êrişî me kirin, mirov ji me kuştin, malên me wêran kirin, ev çetene û ne gelê wê herêmêne.”

Rifaî Casim El-Hesen yê  ji şêniyê gundê Şermûxim destnîşankir ku Kurd, Ereb, Xiristiyan birane û wiha gotinên xwe bidawî kir “Em û kurd birane, bi salane em bi hevre dijîn. Bi rastî Ereb, Kurd û Xiristiyan birayê hevin û bi salane  di vî welatî de bi hevre dijîn û rê nadin ku kes nakokiyan di nava me de derbixin.”