Ehmed Turk: Em mafên xwe ji dewletê dixwazin

Ehmed Turk: Em mafên xwe ji dewletê dixwazin

Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan rê li ber siyaseta demokratîk vekiriye û got"em bazariyê bi dewletê re nakin. Em mafê xwe dixwazin û em dê ji bo mafê xwe têkoşîna xwe xurt bikin. "

Civînên KCD'ê û BDP'ê yên di çarçoveya "Pêvajoya Çareseriyê" ku bi silogana "Rizgariya Demokratîk Jiyana Azad" li gund, tax û navçeyan dabû destpêkirin berdewam dike.

Di çarçoveya xebatan de KCD'ê û BDP'ê li Parka Feqiyê Teyran a Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ehmed Turk, Aysel Tugluk, Parlamenterên BDP'ê, Rêveberên BDP'ê, Şaredarê Wanê Bekir Kaya û gelek kesên din amade bûn.

Ji ber ku gel eleqeyek mezin nişanî civînê da, civîn vegeriya mîtingê. Ji ber girse zêde bû endamên heyeta KCD'ê û BDP'ê derketin ser otobusê û hîtabî gel kirin.

Hevserokê KCD'ê Ehmed Turk, diyar kir ku gelê kurd bi bedelên mezin hatine îro û wiha got: "Kurd ji destpêka avakirina komarê heta niha her tim rastî polîtîkayên înkar û îmhayê hatin. "

„OCALAN RÊ LI BER SIYASETA DEMOKRATÎK VEKIR“

Turk da zanîn ku dema li dîrokê dinerin dibînin ku Şêx Saîd, Seyît Riza û gelek pêşengên kurd ji aliyê dewlete ve hatine xapandin û xwest êdî dewlet wan nexapîne û wiha berdewam kir: "Kurd zindana 12'ê Îlonê ji bîr nake. Mazlum Dogan, Hayri Durmuş û hevalên wan ji bîr nekirin. Gelê kurd tu carî şer nexwest. Her tim aştî û edalet xwest. Lê polîtîkayên înkar û îmhayê her tim xwest kurd bêdeng û bê vîn bên hiştin. Îro Birêz Ocalan ji bo rê li pêş siyaseta demokratîk bê vekirin serdemek nû da destpêkirin. Divê em hemû li vê pêvajoye xwedî derkevin. Bila dewlet me nexapîne. Em wekî gelê kurd ji bo aştî pêş bikeve, dê hemû fedekariyê bikin. Leşker û polîsên girtî serbest hatin berdan. Niha jî gerîlla paşve dikişin. Êdî dor a dewletê ye. Bila kes me ne xapîne, an em dê berxwedana tevahî bidin destpêkirin. Em bazariyê bi dewletê re nakin. Em mafê xwe dixwazin û em dê ji bo mafê xwe têkoşîna xwe xurt bikin. Em tenê maê kurdan naxwazin. Em mafê azadiya hemû gelan dixwazin. Ger ku kurd azad bibe dê gelê tirk jî azad bibe."

Turk helwesta MHP û CHP'ê jî rexne kir û da zanîn ku MHP û CHP vê pêvajoyê tev li hev dike û aloziyan zêde dike.

Turk, anî ziman ku êdî gel li pêvajoyê xwedî derdikeve û serdestê pêvajoyê ye û ji ber vê yekê ew bi gelê xwe bawer dibin.

Piştî civîna çapemeniyê Heyeta BDP'ê û KCD'ê ji bo tev li civînên gel yên Elbak, Şax û Payizava bibin kom bi kom ji hev cuda bûn û ketin rê.