'Eger Tirkiye bi Kurdan re li hev neke, neçar e berdêla şer bide'
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay got, "Eger Tirkiye bi Kurdan re li hev neke, neçare maliyeta şer bide."
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay got, "Eger Tirkiye bi Kurdan re li hev neke, neçare maliyeta şer bide."
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay, di civîna heftane ya koma partiya xwe de mijarên di rojevê de nirxand.
Kemalbay bi bîr xist ku îro salvegera kuştina Ûgûr Kaymaz û bavê wî ye û got, "Ji bo jibîrnekirina Ûgûr Kaymaz, ji bo hesabpirsîna ji kujeran, rêveberên me yên herêmî peykerê Ûgûr Kaymaz çêkirin. Wekî din, navê Ceylan Onkol a ku bi şîdeta dewletê hate kuştin li parkekê hate kirin. Qeyûm dixwazin vî hişî tine bike. Navên wan ji parkan birin, peykerên wan rakirin. Çi zû çi dereng, em ê hesabê sûcê li dijî mirovahiyê bipirsin."
Kemalbay bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li Jinê ya Navneteweyî bal kişand ser pirsgirêkên derdikevin pêşiya jinan û nêzîkatiya desthilatdariyê ya li jinan.
Kemalbay got, "25'ê Mijdarê ew roj e ku jinan dengê xwe li dijî dîktatoran bilind kiriye. Em jî weke tevgera jinan a li Tirkiyeyê, li dijî şîdeta mêr û dewletê vê rojê li kolanan bi bîr tînin. Ne tenê rojekê, em her rojê têkoşîna xwe ya li dijî şîdeta li jinê mezin dikin. Li Tirkiyeyê polîtîkayên kapîtalîst ên bi serdestiya mêr roj bi roj giran dibin. Rejîma AKP/Qesra Erdogan, Rewşa Awarte li dijî jinan bi kar tîne. Di desthilatdariya AKP'ê de ji bo jinan timî rewş awarte ye. Ev polîtîka di her qada jiyanê de jiyana jinê xera dike."
Kemalbay da xuyakirin ku jinên Tirkiyeyê bi piştgiriyeke xurtir dikarin pêşî li van polîtîkayên desthilatdariya AKP'ê bigirin.
'EGER TIRKIYE BI KURDAN RE LI HEV NEKE, WÊ NEÇAR BIMÎNE KU BERDÊLA ŞER BIDE'
Kemalbay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser gefên AKP'ê yên ji bo operasyonek li dijî Efrînê û destnîşan kir ku ev gef li ser bingeha dijberiya li Kurdan tên xwarin.
Kemalbay got, "Hûn çima serê xwe ewqasî li ser Efrînê diêşînin? Efrîn erdnîgariyeke gelê Kurd e ku vî gelî bi têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê re jiyaneke demokratîk ava kiriye. Hewl dide vî şerê li Sûriyeyê bi rêbazên demokratîk çareser bike. Hêzên li herêmê niha ji bo vê maseya danûstandinê datînin. Ya ku di vê Tirkiye bike, destekkirina vê ye. Lê belê em bala xwe didinê, ji bo Kurd li dora wê maseyê rûnenê çi ji destê Tirkiyeyê tê wê dike. Ji bo Kurd nebin xwedî statu her tiştî dike. Heta ku hûn li ber statuya Kurdan rabin û pirsgirêka xwe ya Kurd çareser nekin, hûn ê nikaribin bi Kurdên li nava xwe re li hev bikin. Tirkiye ya ku bi Kurdê xwe re li hev neke, neçar e berdêla polîtîkayên şer bide. Eger îro faîz zêde dibe, nirxê dolar zêde dibe, rêjeya bêkariyê zêde dibe, di bingeha vê de ev pêşnedîtin û polîtîkayên şer heye."