Çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên welatên rojava ne, ev demek bû di rojeva Ewropayê de bû. Bi taybetî ji bo 35 welatiyên Elman ên DAÎŞ'î yên bi saxî ji aliyê YPG'ê ve hatin girtin, bang li hikumeta federal a Elman dihate kirin. Rêveberiya Berlînê jî ji bo anîna welatiyên xwe ji bo Elmanyayê li ser alternatîfan dixebitî.
Hêzên navneteweyî beriya niha gotibûn ku ew ne alîgirê wê yekê ne ku ji bo DAÎŞ'iyên dîlgirtî Dadgeha Sûcên Şer bê avakirin. Lê belê, bi gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên ji bo dagirkirina Rojava û Bakurê Sûriyeyê û biryara rêveberiya DYE'yê ya ji bo vekişîna leşkerên xwe ji herêmê, aqûbeta DAÎŞ'iyên di destê YPG'ê de ne, careke din ne zelal kir.
'EGER DEWLETA TIRK ÊRÎŞ BIKE, EM Ê NIKARIBIN GIRTÎGEHAN BIPARÊZIN'
Di nûçe/analîzên medya cîhana rojava de hate ragihandin, DAÎŞ'iyên welatiyên Ewropayê dikarin xwe bigihînin Ewropayê û rewşeke bi vî rengî wê metirsiyeke mezin be li ser ewlekariyê. Daxuyaniya Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Cizîrê Dr. Abdulkerîm Omer a li ser vê mijarê, cihekî berfireh di ajansên nûçeyan ên cîhana rojava de girt. Yek ji rojnameyên sereke yên Elmanyayê FAZ û qenala nûçeyan N-TV ev mijar bi sernavê "DAÎŞ'î dikarin li welatê xwe vegerin" ragihandin.
Ji berdevkên rêveberiya Rojava Dr. Omer diyar kir, girtîgehên li herêmên di kontrola YPG'ê de ne bi DAÎŞ'iyan tijî ne û got, eger dewleta Tirk êrîş bike, ew ê nikaribin van girtîgehan biparêzin. Dr. Omer anî ziman, bi şerekî ji ber êrîşên dewleta Tirk rû bide dibe ku kaos derkeve û çeteyên DAÎŞ'ê dikarin ji vê kaosê sûdê werbigirin û li welatên xwe vegerin.
JI DAÎŞ'IYÊN DI DESTÊ YPG'Ê DE NE, 800 JÊ EWROPÎ NE
Rêveberiya Berlînê meha Mijdarê bersiv dabû pêşnûme pirseke Partiya Çep û diyar kiribû ku ji bo anîna Elmanyayê ya çeteyên DAÎŞ'ê yên welatiyên Elman ên di destê YPG'ê de ne, ew hemû alternatîfan lêkolîn dikin. Di medyayê de hatibû weşandin ku serdozgeriya federal der barê 14 DAÎŞ'iyên Elman ên di destê YPG'ê de ne, lêpirsîn hatiye vekirin.
Di operasyonên yekîneyên taybet ên YPG'ê de 2700 DAÎŞ'î hatin girtin û niha li girtîgehên li Rojavayê Kurdistanê ne. 800 ji van jî ji 46 welatiyên biyanî ne ku piraniya wan welatên rojavayî ne. Rêveberiya Rojava bi taybetî bang li DYE, Fransa û Elmanyayê kiribû ku bikevin dewrê û ji bo darizandina DAÎŞ'iyên biyanî bi berpirsyarî rabin.
Tê texmînkirin ku tenê ji Elmanyayê zêdeyî hezar kes li Sûriye û Iraqê tevlî DAÎŞ'ê bûn.
ÎNTERPOL: DIBE KU PÊLA DUYEMÎN A TERORÊ RÛ BIDE
Sekreterê Giştî yê Înterpolê Jurgen Stock doh li paytexta Fransa Parîsê daxuyaniyek da û diyar kir, li welatên Ewropayê dibe ku pêla duyemîn a terora DAÎŞ'ê rû bide. Stock diyar kir, çalakiyên terorê yên gengaz dikare bi navê "ISIS 2.0" (DAÎŞ 2.0) were binavkirin û got, gelek alîgirên DAÎŞ'ê ji ber ku êrîşeke berbiçav nekirine ji bo demeke kin hatine girtin û wê di nava çend salan de bên berdan.