Ebola wê derbeyê li aboriya Afrîka bide

Ebola wê derbeyê li aboriya Afrîka bide

Li Rojavayê Afrîka hejmara kesên ji vîrûsa ebola dimirin her roj zêdetir dibin. Li gor Bankaya Cîhanê û Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF), bi belavbûna ebola re dibe ku zerareke mezin bigihêje aboriya Afrîka ya di salên dawî de mezin bûye.

Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), hejmara kesên bi virûsa ebola a ji meha Adarê ve destpê kir ketine bûne 8 hezar û 376 kes û ji wan kesan 4 hezar û  24 kesan jiyana xwe ji dest dane. Lîberya, bi 2 hezar û 316 kesan ku di rêza yekem de ye hejmara kesên li Sîerra Leona mirine gihiştiye 930 kesan.

Li gor daneyên WHO ji ber vîrûsê li Rojavayê Afrîka 416 doktor, ji hemşîre û xebatkarên tenduristiyê jî 233 kesan jiyana xwe ji dest da.

ABORIYA AFRÎKA Û YA CÎHANÊ WÊ NEYÊNÎ BANDOR BIBE

ÎMF û Bankaya Cîhanê diyar kir ku li welatên Afrîka yên di salên dawî aboriya wan pêş dikeve eger vîrûs neyê astengkirin wê zerareke mezin bibînin.
Serokê Bankaya Cîhanê Jîm Yong Kîm xwest ji bo têkoşîna li hember ebola fonên lezgîn bidin welatên Afrîka.