Ebdulrehman: 103 hezar jê sivîl, 500 hezar kes li Sûriyeyê mirin
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman diyar kir ku di şerê Sûriyê de heta niha 500 hezar kes hatine kuştin, ji van 103 hezar 490 jê sivîl in, 1911 zarok in.
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman diyar kir ku di şerê Sûriyê de heta niha 500 hezar kes hatine kuştin, ji van 103 hezar 490 jê sivîl in, 1911 zarok in.
Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ûsama Elî Suleyman ku bi navê Ramî Ebdulrehman tê naskirin, li ser rewşa Sûriyeyê û binpêkirina li vî welatî bersiv da pirsên servîsa Erebî ya ANF'ê.
Ji kengî ve tu bi navê Ramî Ebdulrehman tê nasîn? Gelo ev nav girêdayî damezirandina Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, sala 2006’an e, weke reaksyonekê hemberî binçavkirina rikberên Sûrî, Fatih El-Camûs ji hêla rêjîmê ve? Çi sedemên yekser hene li paşxana damezirandina Rewangehê?
Ramî Ebdulrehman navekî têkoşînê ye, ji destpêka çalakiyên xwe ve, dema ez 15 salî bûm, min ev nav bo xwe hilbijart. Bi sedema ku ez xwe ji hêzên ewlekariya rêjîma Hafiz El-Esed biparêzim, min navê xwe yê rasteqîn diyar nedikir. Beriya ji Sûriyê derkevim, du caran ez hatime binçavkirin.
Piraniya rêxistinên yasayî li Sûriyê, girêdayî partiyên siyasî bûn, ev yek bo damezirandina Rewangehê sedema sereke bû.
Ev tê wateya ku biryara damezirandinê ji mêj ve hebû, lê dema ragihandina wê hat piştî binçavkirina Fatih El-Camûs, ê ku beriya wê bi du rojan mêvanê min li Londrayê bû û ti rêxistin berevanî di ber wî de nekir, weke ku berevanî di ber gelek rikberên din de dihate kirin.
Yekemîn daxuyanî ji hêla Rewangehê ve, derbarê girtina El-Camûs hate belavkirin, ku ew salên dirêj di zindanên rêjîmê de qedandiye. Me di Rewangeh de, karên wî di warê mafên mirovan de dikir jêder, bêyî ku em cudahiya nêrînan li gel wî ber çav bihênin. Bi rêya xebata El-Camûs, me dikarîbû gelek girtiyan ji zindanê rêjîma Sûrî der bixin.
Destpêka damezirandina vê tora mezin çawa bû? Kî bi navendê re kar dike û kî bi we re alîkar e, her wiha hûn çawa ewqas agahî yên digiîjine we seh dikin?
Weke ku min anî ziman, Rewangeh hate damezirandin dema ku rêjîm rikberên xwe binçav kirin, û ti alî berevanî di ber wan de nekir. Wisa me gelek daxuyanî debarê girtinan û binpêkirina mafên mirovan belav kirin.
Di destpêkê de, bi tena xwe min rêvebirî dikir. Min binpêkirina navendên ewlekariyê yên rêjîmê li dijî miletê Sûrî dişopand û belge dikir û bo çapemenî û rêxistinên mirovane yên navneteweyî dişandin, da ku bi rewşê li Sûriyê agahdar bin. Vê dawiyê, gelek çalakvan û parêzer tevlî me bûn.
Bi rêya şopandina me ji xebata Rewangehê, me dît ku hûn ne tenê agahiyan dicivînin, seh dikin û belav dikin, lê belê hûn di doseyên siyasî de jî kar dikin, gelo ti planên we bo alîkariya Sûriyan hene, yan tenê karekî tekekesî ye?
Her em rewangeheke yasayî ne. Dibe ku raporên me weke yên siyasî diyar dibin, lê ev qet ne armanca me ye. Xebata me bo berevaniyê di ber mafên mirovan de ye, belgekirina binpêkirinê ye, herweha em hewl didin ku kesên tawankar li pêşiya dadgehan sezayên xwe bibînin.
Di warê alîkariyan de, me qet karê lihawarçûyînê nekirine, lê me dikarîbû ronahiyê bidin azara ku miletê Sûrî dikişînin, em hişyariyê didin û bangewaziyên lezgîn bo deverên dorpêçkirî dişînin, da alîkarî bo wan bi lez bête kirin, û wisa bo kesên bê cih û war mane jî.
Dema ku em agahiyan li ser alavên ragihandinê belav dikin û raporan bo rêxistinên girêdayî Netewên Yekbûyî dişînin, wê demê em mijarên mirovane dihênin holê. Em alîkariyê dikin ku girtî ji zindanên rêjîmê û hemû aliyên leşkerî serbest bêtin berdan, ev yek bi rêya belavkirina daxuyanî û raporan derbarê wan, em karê xwe weke Rewangeheke Sûrî dikin.
Rojnamevanekî Sûrî nivîsandibû ku "Ramî Ebdulrehman dikarîbû baweriya çapemeniya biyanî bi xwe bihêne" û em jî lê zêde dikin ku ew çapemenî ne bi hêsanî baweriyê bi jêderan dike, we çawa ev tişt bi cih anî?
Bersiv zelal e, Rewangeh bo berevaniyê di ber mafên mirovan de xebata xwe dike. Çi alî binpêkirinê dike, li cem me weke hev e. Karê me yê belgekirinê xuya ye, û çapemeniya navneteweyî, bi rêya agahiyên ku em belav dikin, gihîşte wê baweriyê ku em piştgiriya ti layanan nakin.
Ji destpêkê ve, me binpêkirinên rêjîmê li dijî kesên li deverên di bin kontrola wê belge kirin, û wisa jî li deverên beriya rikberiya çekdar, bi vî rengî me baweriya navneteweyî qezenc kir. Ev tişt me kir dijminê kesên binpêkirinê dikin, ji hêzên rêjîmê û alîgirên wê, ta bi grûpên çekdar û yên îslamî jî.
Gelek tawan bo we têne pêşkêşkirin, hevkariya ligel rêjîmê, ya ku ji hêla xwe ve we bi belavkirina derewan tawanbar dike, ta bi piştevaniya we ji Kurdan re jî, weke tawanekê ji we re ye. Ev hemû bo çi ne?
Êrîşa li ser me tiştekî normal e, ta bi hin layanên Kurdî hene heman êrîşê li ser me dikin. Hemû alî rexneyan pesend nakin. Em di Rewangehê de, rastiyan bêyî tirs belav dikin, bêyî ku em bibêjin ev alî yan jî yê din. Ji lew re, kampanyayên mezin li hemberî me têne meşandin, û her layan me bi hevkariya layanên din tawanbar dike. Tenê em girêdayî miletê Sûrî ne, em doza mafê wî dikin, û berevaniyê bo vê yekê dikin. Çi kesên êrîşî me dikin, dixwazin ku rastiyê li pêş çavê milet veşêrin û hewl didin ku ew rastî negihîje tevahiya cîhanê.
Hûn dikarin agahiyên sehkirî li ser hejmara qurbaniyên 6 mehên destpêkê yên tevgera gelêrî li Sûriyê bidin? Her wiha ji wê demê ta niha?
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di serencama dawîn de, 500 hezar qurbanî belge kir, ji şehîdan, kuştiyan û kesên jiyana xwe ji dest dane. 346612 ji wan sehkirî hatin belgekirin, 103490 ji wan sivîl in. 19116 zarok ên bi temenê xwe kêmî 18e salî ne. 12041 jinên ku temenê wan di ser 18’an re. Kuştin bi gelek cureyan hate kirin: Êrîşên asîmanî yên balafirên rêjîma Sûrî, Rûsî û Koalisyona Navneteweyî. Bombebarandina hêzên rêjîmê li ser zemînê, û kuştina di bin îşkenceyê de li zindanên wê. Berên rikberiya çekdar. Rêxistina DAIŞ’ê. Hêzên dewleta Tirkî û êrîşên balafirên wê, herweha kesên li ser sînor ji hêla cendirmeyên Tirk ve hatine kuştin.
Di sala 2017an de, Rewangeh duyemîn kêmtirîn serencama kuştinê, ji destpêka şoreşa Sûrî ve, belge kir. Di vê salê de, 39 hezar qurbanî hebûn, 33425 sehkirî hatin belgekirin. 10507 ji wan sivîl in. 2109 zarok ên bi temenê xwe kêmî 18 salî. 1492 jinên temenê wan di ser 18 ‘an re.
Ji hêla serencaman ve, her sal ji ya din cuda ye. Carnan hejmara sivîlan di salekê de bilind dibû, û sala di pey wê re, hejmara çekdaran bilind dibû, û her wisa..
Lê tiştê em tekez dikin ew e ku, hemû rêkeftin û hevpeyman ên bo rawestandina şer û avakirina deverên aram, nedikarîbûn rijandina xwînê li Sûriyê rawestînin, ne jî azara milet û koçberiya bi hezaran, herweha dorpêçkirina gelek deveran. Lê belê ev rewş hê berdewam e.
Gelo wê ti guhertin yan jî pêşxistin di salên pêşerojê de, li ser asta xebata Rewangehê çê bibin? Bitaybetî ku hûn bûne weke Banka agahiyan derbarê cengê li Sûriyê?
Helbet rojên nêzîk wê me li pêşiya berhengariyên mezin deynin. Li gorî wê dibe em xebata xwe bi pêş ve bibin. Lê dê rewangeh di belgekirina binpêkirinan li dijî welatiyên Sûrî de berdewam be. Me gelek dosya bo dadkirina tawankaran li Sûriyê, ji dadgehan re amade kirine, û hê em amade dikin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ne bi şoreşê re hate damezirandin, lê beriya wê bi 5 salan bû, û wê ta bêdûmahîtiyê bimîne, helbet eger ti layanekî navneteweyî neyê û karê Rewnagehê bidawî neke.
ÛSAMA ELÎ SULYEMAN KÎ YE?
Ramî Ebdulrehman, rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan e. Navê xwe yê rasteqîn "Usama Elî Suleyman" e, li bajarê Banyas ê Sûrî jidayik bûye û di sala 2000’î de, di roja mirina serokê rêjîma Sûrî yê berê, Hafiz El-Esed de gihîşte paytexta Brîtanyayê.
Li Londonê dest bi çalakiyên xwe yên siyasî li dijî rêjîmê kir. Gelek caran tevlî xwepêşandan û mangirtinên ji bo şermezarkirina kiryarên rejîmê li dijî mafê mirovan, li pêşiya balyozxaneya Sûrî dibû. Di sala 2005’an de, bernameyeke televizyonî (bi şêweyekî xwebexşî) derhênan û pêşkêş dikir. Bername taybet bi piştevaniya demokrasiyê li Sûriyê bû û gelek kesayetiyên Sûrî, ji hemû pêkhate û layanên siyasî di wê de beşdar dibûn. Ji sala 2006’an û şûn ve, rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan e, ku cihê wê li Brîtanyayê ye û yek ji girîngtirîn jêderên agahiyan derbarê binpêkirina mafên mirovan û şopandina şer li Sûriyê ye. Her wiha, gelek ajans û alavên ragihandin ên Kurdî, Erebî û biyanî nûçeyên xwe yên taybet bi Sûriyê, ji Rewangehê werdigirin.