Ebdo: Em ji bo tifaqên Sûriyeyek Demokratîk amade ne
Ebdo: Em ji bo tifaqên Sûriyeyek Demokratîk amade ne
Ebdo: Em ji bo tifaqên Sûriyeyek Demokratîk amade ne
Fermandara YPG-YPJ’ê biryara OSO’yê ya ‘Li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike’ a di rojên buhrî de aşkera kir nirxand û wiha got: “Em ji bo tifaqên ku piştgiriyê didin Sûriyeyek demokratîk amade ne. Lê ger OSO dixwaze piştgiriyê bide berxwedana me, ne li Kobanê li herêmên din ên di destê DAIŞ’ê de ne bila şer bike. Ev ê zêdetir encamê bidest bixe.
Ebdo diyar kir ku piştî daxuyaniya Serokkomarê Tirk R. Tayyîp Erdogan a ‘Li şûna pêşmergeyan tercîha me ya yekem OSO ye’ mesele hatiye rojevê û da zanîn ku fikra ku OSO alternatîfa nasnameya Kurdistanî ye ne rast e û nayê qebûlkirin. Ebdo wiha got: “Aliyên ku bi tifaqa ku me li Kobanê bi Burkan El Firat re derxistiye holê bila esas bê girtin.
BILA OSO LI BAJARÊN DI DESTÊ DAIŞ’Ê DE ŞER BIKE
Ebdo bi lêv kir ku OSO jixwe di berxwedana Kobanê de cih digire û wiha pêde çû: “Hêzên ku bi biryara dawî hatiye girtin re dixwazin bên vir, ger dixwazin piştgiriyê bidin me ne hewceye bên Kobanê û şer bikin. Li herêmên Mînbîc, Tîl Ebyad, Cerablus, Bab û Reqqayê li dijî çeteyan şerkirin wê piştgiriyek mezin bide.”
Ebdo got ku ev bajar di destê DAIŞ’ê de ne û bi vî awayî wê piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê û hem jî bi vî awayî wê OSO qadên xwe yên di destê DAIŞ’ê de bigire.
PÊKHATEYÊN OSO’YÊ JI XWE LI KOBANÊ BI ME RE NE
Ebdo bi berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku ew, amade ne bi hemû hêzên ku dixwazin li dijî hovîtiya DAIŞ’ê têbikoşin re li rex hev şer bikin û wiha berdewam kir: “Em bi OSO’yê re amade ne li her qadê bi hev re tevbigerin. Lê divê ev yekîtî li bingeha rast bê destgirtin. Li cihên ku me diyar kir ger OSO têbikoşe em ê jî piştgiriyê bidin wan. Bi vî awayî hem li Kobanê û hem jî Sûriyeyê li dijî DAIŞ’ê wê encamên erênî bên bidestxistin."
Meysa Ebdo got ku li Kobanê di çarçoveya tifaqa Burkan El Firat de li gel nûnerên gelê Ereb têdikoşin û got: “Ev du mehên dawî ye li Kobanê em bi pêkhateyên OSO’yê re ku bi giranî şervanên Siwar Raqqa têde cih digire re, li gel hev têdikoşin. Ev şervanên ku nûnerên gelê Ereb in bi me re li dijî DAIŞ’ê têdikoşin û yên şehîd ketine jî hene. Em li vir ji xwe bi hev re ne. Ji ber vê jî bo me ya rast ev e ku OSO li cihên me diyar kirine, têbikoşe.
OSO NABE ALTENATÎFA ME
Ebdo bi lêv kir ku hikûmeta Tirk ji hatina pêşmergeyan wek alternatîfa OSO pêşniyar kiriye û got: “Bi giştî nêzîkatiya hikûmeta Tirk a li dijî berxwedana Kobanê li holê ye. Ji ber vê jî ger ev biryara OSO’yê armanca ku hikûmeta Tirk dixwaze berxwedana Kobanê ji nasnameya Kurdistanî dûr bixe, wek alternatîfa YPG’ê bibîne, ev polîtîka wê encam negire û em tu car û teqez vê qebûl nakin.” Ebdo bal kişand ser tifaqa OSO’yê ya bi Kobanê û gelê Sûriyeyê re jî.
Ebdo da zanîn ku bi alternatîfbûyîna hêzên din re encam nayê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di vê esas de jixwe dibêjin, çima OSO ne li qadên din, li Kobanê dixwaze piştgiriyê bide? Ger bi rastî jî di armanca wan de piştgirî hebe bila li qadên din bi DAIŞ’ê re şer bike.
DIKARIN LI TÎL EBYAD ŞER BIKIN
Ebdo wiha got: “OSO dikare li Tîl Ebyad têbikoşe. Ew der herêmeke ku kantona Kobanê û Cizîrê bi hev re girêdayî ye. Têkoşîna li wir dikare derfetên vekirina korîdorekê jî çêke. Yanî israra li Kobanê şer bikin bê wate ye."
EM JI HER TIFAQÊ RE AMADE NE
Ebdo bi lêv kir ku ew ji bo biratiya gelan û demokratîkbûna Sûriyeyê re ji her tifaqê re amade ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kobanê jî parçeyek Sûriyeyê ye. Berxwedana Kobanê dê piştgiriyeke mezin bide demokratîkbûna Sûriyeyê. Lê hêzên ku dixwazin bi me re tifaqê bikin divê li dijî berxwedana YPG’ê û nasnameya Kurd rêzdar bin. Qadên me qadên Kurd in. Di encamê de ger OSO di vê pêvajoyê de dixwaze piştgiriyê bide me, divê bi perspektîfa Sûriyeyek Demokratîk tevbigere û li bajarên din şer bike. Divê em li her qadê li rex hev têbikoşin. Divê em DAIŞ’ê paqij bikin.
OSO nikare bê Kobanê. Burkan El Firat heye. Em hene. Şervanê Siwar Reqqa ligel me ne. OSO divê di çarçoveya Burkan El Firat de tevbigere.”
PEŞMERGE BÊN EM Ê MIL BI MIL ŞER BIKIN
Ebdo der barê biryara ku Parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêşmergeyan dişîne Kobanê de jî axivî û got: “Mafê hemû hêzên Kurdistanî heye ku li Kobanê şer bike."
Ebdo wiha pêde çû: “Lê dema hatin vir pêwîst e em bi hev re tevbigerin. Jixwe li Şengalê YPG, HPG û pêşmerge bi hev re tevdigerin. Em ê bi koordînasyonek wek Şengalê li vir mil bi mil têbikoşin. Şerê me bi du artêşên cuda wê nebe. Wê di hevsengiya koordînasyonek hevpar de pêk bê.
HETA JI ÇETEYÊN DAIŞ’Ê BÊ PAQIJKIRIN EM Ê ŞER BIKIN
Ebdo rewşa dawî ya Kobanê jî nirxand û got ku heta çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê neyên paqijkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Ebdo got: “Hewldanên ku bikevin Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê hene, lê YPG û YPJ’ê her carê pêşî lê girt.
Li dora avahiya şaredariyê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Çete darbeyên giran dixwin. Lê bi teqwiyeyên nû êrîş dikin. Tê gotin ku wê hê teqwiye ji DAIŞ’ê bê kirin. Niha berxwedana me didome. Em ê rê nedin DAIŞ’ê.”