Ebadî wê biçe Enqereyê
Serokwezîrê Iraqê Ebadî wê sibe biçe Enqereyê û Bînalî Yildirim re rûnê.
Serokwezîrê Iraqê Ebadî wê sibe biçe Enqereyê û Bînalî Yildirim re rûnê.
Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî, wê 25'ê Cotmehê biçe Tirkiyeyê û bi Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim re rûnê.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirk de hatin weşandin, di hevdîtinê de wê mijarên, zêdekirina hevkariya navbera Tirkiye û Iraqê û referandûma li Başûrê Kurdistanê hate kirin, bên nirxandin.
Di Cotmeha 2016'an de, ji ber ku dewleta Tirk bi desteka PDK'ê leşkerên xwe li Başîkayê bi cih kir û zext kir ku tevlî operasyona Mûsilê bibe, têkiliyên Tirkiye û Iraqê qels bûbûn.
Iraqê li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî giliyê Tiriyeyê kiribû û Serokkomarê Tirk Erdogan Jî ji Ebadî re gotibû, "Tu ne di asta min de ye." Bînalî Yildirim jî ji Ebadî re gotibû, "Tu destpêkê de xwe bike dewlet."
Di krîzê de PDK'ê jî piştgirî dabû Tirkiyeyê. Lê belê piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê nakokiyên xwe danîn aliyekî û bi vî rengî operasyona li dijî Kerkûkê dest pê kir.