Ebadî milîsên Heşdî Şabî tevlî nava artêşa Iraqê kir
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, milîsên Heşdî Şabî ku Îran piştgiriya wan dike, bi rengekî fermî tevlî nava artêşa Iraqê kir.
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî, milîsên Heşdî Şabî ku Îran piştgiriya wan dike, bi rengekî fermî tevlî nava artêşa Iraqê kir.
Tevlîkirina Heşdî Şabî li nava hêzên ewlekariyê yên Iraqê demeke dirêj bû di rojevê de bû. Tevî ku bloka Sûnî û Kurd li ber radibin jî, qanûneke di vî warî de ji aliyê meclîsê ve hate qebûlkirin.
Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî li gel nerazîbûnan mohra xwe danîn binê biryarnameyê ku li gorî vê yekê Heşdî Şabî êdî bi rengekî fermî dibe beşek ji artêşa Iraqê.
Li gorî biryarnameyê, milîs wê ji gelek mafên endamên artêşê sûdê werbigirin. Wê mûçeyên wan û yên leşkeran weke hev be, ji aliyê xizmeta leşkerî ve wê di çarçoveya heman qanûnan de tevbigerin û karibin biçin enstîtu û kolejên leşkerî.
Balkêş e, Ebadî ev biryarname du meh beriya hilbijartina meha Gulanê îmze kir.
Milîsên Heşdî Şabî di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de avabû bû. Milîsên ku bi artêşa Iraqê re tevdigere, hatin sûcdarkirin ku li gelek cihan mafên mirovan binpê kirine. Ji ber vê yekê Sûnî û Kurd jê nerazî ne. Milîsên Şîa di navbera Washington û Bexdayê de jî bûbûn sedema aloziyê. Washingtonê xwestibû ev milîs li malên xwe vegerin, lê belê Ebadî li dij derketibû.