DYE’yê bernameya îstîxbaratê ya nepen a bi Tirkiyeyê re sekinandin

DYE’yê diyar kir ku wan îstîxbarata nepen a bi Tirkiyeyê re dane sekinandin. Ev îstîxbarat bi salan li dijî Kurdan dihate kirin.

Reûtersê di nûçeya xwe de, xwe spart daxuyaniyên çar rayedarên Emerîkayê û diyar kir ku bernameya hevkariya îstîxbarata nepen a DYE’yê ya bi Tirkiyeyê heta demeke ne diyar hatiye sekinandin.

Rayedarê Emerîkayê diyar kirin ku wan berê ev agahî nedane Tirkiyeyê û ji ber êrîşa dagirker a dewleta Tirk a li dijî Rojava ya di meha Kewçêrê de, ev bername hatiye sekinandin. Ev biryar jî tê wateya xerabbûna têkiliyên du dewletên NATO’yê.

Ji ber hesasiyeta meseleyê rayedarên DYE’yê navê xwe nedan û îstîxbarata ya li dijî PKK’ê dane sekinandin. Artêşa Emerîkayê bi droneyan îstîxbarat kom dikir.

Rayedarekî diyar kir ku droneyên Emerîkayê di sala 2007’an de di çarçoveya bernameyekê de dest bi  firê kirine û bêtir li qadên çiyayî yên Başûrê Kurdistanê ya nêzî sînorê Tirkiyeyê hatiye kirin.

Berdevkekî Pentagonê got ku “DYE di sala 1997’an de PKK xistiye ‘lîsteya rêxistinên terorîst’ . Em bi salan e tevî Tirkiyeyê li dijî PKK’ê têkoşîneke dimeşînin. Ji ber sedemên siyasî em derbarê pirsgirêkên operasyonel tu agahiyan nadin.”

Li gorî Reûtersê rayedarekî Tirkiyeyê yê Wezareta Parastinê diyar kiriye ku bername hatiye sekinandin.