DYE 75 fûzeyên Hellfire radestî Iraqê kirin!
DYE 75 fûzeyên Hellfire radestî Iraqê kirin!
DYE 75 fûzeyên Hellfire radestî Iraqê kirin!
Rojnameya New York Times, di nûçeyekî xwe de da diyar kir ku, hefteya bihorî Dewletên Yekbûyî yên Emerîka DYE 75 fûzeyên binavê Hellfire daye Iraq’ê û wê 10 balafirên keşfê yên bê mirov jî heya meha Adarê teslîmî Iraq’ê bike.
Piştî ku li Iraq’ê bûyerên tundû tijî gihan asta bûyerên mezhebî yên sala 2008’an, rojnameya New York Times nûçeyek bilav kir ku, pişt bi daxuyaniya yek ji rayedarên payebilind yên di rêveberiya Obama de cih digre, DYE hefteya bihorî 75 fûzeyên Hellfire pêşkêşî Iraq’ê kiriye.
Hate îdiakirin ku ev çek ji bo lêdana kampên El Kaîde, yek ji wan cihan jî baregehên komên radîkal yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê yên ku li çola El Ambar hene, hatine dayîn.
Heman serçave diyar kir ku,ji bo diyar kirina van kampane balefirên keşfê yên binavê Scan Eagle pêwîste heya meha Adarê teslîmî Iraqê werin kirin.
Heman nûçeyê de tê destnîşan kirin ku, îstixbarata Emerîka û hêzên antî terorîzmê kampên El Kaîde yên li Iraq’ê diyar kirine û zanyariyên di derbarê van kampan de bi hikûmeta Iraqê re jî parve kirine.
Piştî ku dû sal biser derketina hêzên DYE ji Iraqê derbaz bû jî, hîna bûyerên tundu tijî bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Her sal bi hezaran kes jiyana xwe jidest dide. Îsal asta bûyerên tundiyê gihiştin bûyerên mezhebî yên sala 2008’an. Ji despêka îsal heya roja îro li derûdorê 7 hezar kesan jiyana xwe jidest daye.