DYA îdîaya Çavuşoğlu ya li ser Minbicê derewand

Wezareta Karên Derve ya DYA diyar kir, berevajî îdîaya Çavuşoğlu li ser Minbicê li hev nehatiye kirin û bi bîr xist ku Efrîn jî dikeve ber agirbesta li Sûriyeyê.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Heather Nauert li dijî îdîaya Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu derket ku Çavuşoğlu îdîa kiribû ku bi DYA re wan li ser vekişîna YPG'ê li hev kirine.

Nauert da xuyaikrin ku hevdîtinên wan ên li ser Minbicê yên bi hikumeta Tirk re dewam dikin û destnîşan kir ku lihevikrin nebûye. Nauert got, "Em niha bi hikumeta Tirk re gelek hevdîtinan dikin. Hefteya derbasbûyî li vê derê civînên ku roj û nîvekê dewam kirin, pêk hatin. Û em hê jî hewl didin bi Tirkiyeyê re li hev bikin."

EFRÎN JÎ DIKEVE BER AGIRBESTÊ

Berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA careke din dubare kir ku êrîşên dagirkeriyê yên artêşa û çeteyên Tirk ên li ser Efrînê, bala li ser têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê belav dike.

Berdevk Heather Nauert destnîşan kir ku Efrîn jî dikeve ber biryara agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku meha Sibatê ji bo Sûriyeyê girtibû. Nauert got, helwesta welatê wê di vê mijarê de neguheriye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu demeke kin beriya guhertina Wezîrê Karên Derve yê DYA daxuyaniyek dabû û îdîa kiribû ku di mijara Minbicê de wan bi DYA re li hev kirine.