DYA: Helwesta Rûsya xetere ye li ser destketiyên li Sûriyeyê

Wezareta Parastinê ya DYA, li dijî îdîayên Rûsyayê ku dixwaze dagirkeriya Tirk mafdar nîşan bide, bal kişand ser para Moskowayê ya di şerê Sûriyeyê de û careke din got, "Divê hemû alî bala xwe bidin ser DAÎŞ'ê."

Li hemberî daxuyaniya duh a Rûsyayê ku îdîa kir, li Sûriyeyê 20 baregehên DYA hene, Wezareta Parastinê ya DYA (Pentagon) bersiveke yekser da.

RÛSYA DESTKETIYAN DIXE NAVA RÎSKÊ

Berdevk Dana White di brîfînga çapemeniyê ya Pentagonê de axivî û ji hemû aliyên li Sûriyeyê xwest ku ji bo bicihanîna agirbestê li gelemperiya welêt û dawîanîna li kuştina sivîlan, bibin alîkar. White gotina "Hem dişewitîne hem jî vedimirîne' ya Generale DYA'yî Joseph Votel ji bo Rûsyayê gotibû bi bîr xist û got, "Hewldanên Rûsyayê yên ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Sûriyeyê, destketiyên koalîsyona navneteweyî yên li vî welatî dixin nava rîskê û xetere ye li ser ewlekariya navneteweyî."

Berdevka Pentagonê bi bîr xist ku tevî agirbestê jî şer dewam dike û hemû êrîşên ku sivîlan dikujin mehkûm dikin. Berdevk got, "Em bang li hemû aliyan dikin ku bala xwe bidin ser tinekirina DAÎŞ'ê. Em hemû aliyan dawet dikin ku rageşiya di şerê Sûriyeyê de kêm bikin, pirsgirêkê çareser bikin û sivîlên bêguneh biparêzin."

White ji Rûsyayê xwest ku rêveberiya Beşar Esad bi sînor bike û di têkoşîna dijî terorîzmê de bi Koalîsyona Navneteweyî re hevkariyê bike.

LI HEMBERÎ ÎDÎAYA RÛSYAYÊ, ALÎKARIYA JI BO ESAD HATIYE DAYIN BI BÎR XIST

Dana White di brîfînga çapemeniyê de bersiv da pirseke li ser îdîaya Rûsyayê ya li ser hebûna 20 baregehên leşkerî yên DYA li Sûriyeyê û got, divê Rûsya bala xwe bide ser desteka ku dide rejîma Esad. White diyar kir ku ji ber desteka Rûsyayê li Sûriyeyê sivîl tên kuştin û careke din xwest, hemû alî giraniyê bidin ser DAÎŞ'ê.

Berdevk White ji Rûsyayê xwest ku dozên xwe yên li ser agirbesta li Sûriyeyê bi cih bîne û bi bîr xist ku hê jî sivîl tên kuştin.