DYA: Gelek babet hene ku divê bi Tirkiyeyê re werin axaftin

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê got li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê fikarên wan didomin, bi Tirkiyê re komisyonên xebatên yên ji bo du rojan dest pê kirin.

Wezîrê Karên Derve Rex Tîllerson meha Sibatê hatibû Tirkiyê û biryar li ser hatibû dayin ku komîsyonên hevpar werin avakirin, tê gotin di komîsyonan de ji DYA’yê gelek rayedar hene.

GELEK KÊŞE HENE

Berdevka Wezareta Karê Dere Heather Nauert di brîfînga çapemeniyê de axivî, got, di navbeyna wan û Tirkiyê de ‘gelek kêşe’ hene ku divê li ser wan biaxivin. Nauert got şandeya bi seroktiya Misterşarê Wezarata Karên Derve Wess Mîtchell wê piştî hevdîtinan daxuyaniyê bide.

QSD HÊZEKE MEZIN E Û HEVKAREKÎ GIRÎNG E

Nauert piştrast kir ku QSD’ê hin hêzên xwe ji bo desteka li Efrînê birine Efrînê û di şerê dijî DAÎŞ’ê de behsa giringiya QSD’ê kir. Nauert got QSD ‘hêzeke mezin e’ û di têkoşînê de ‘hevkarekî hêja’ ye û got bêyî QSD’ê rizgarkirina Reqayê û vegera gel wê ne pêkan bû.

ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ ‘FIKARAN ÇÊDIKE’

Berdevk fikarên generalên DYA’yê Joseph Votel û rayedarên din ên Pentagonê yên li ser êrîşên dagirker ên li ser Efrînê par ve kir û ji bo êrîşan got, ‘’ev pir fikaran bi me re çêdike’’.

Nauert li ser pirsa bê ka wê bixwazin êrîşên dagirker ên Tirk werin rawestandin an na, hevdîtinên ku duh dest pê kirin destnîşan kir.

Nauert li ser pirsa rojnamevanekî ku digot heke artêşa Sûriyeyê û YPG bibin hevalbend û li dijî dagirkeriya Tirk şer bikin wê helwesta DYA’yê çi be, bersiv neda. Nauert got ev pirs di nav xwe du an jî sê dibetiyan vedihewîne û ji bo vê jî ne pêkan e ku bibersivîne. Berdevk ne got bê ka kîjan dibêtiyan di nav xwe de dihewîne.