DYA’yê 4 şirketên Tirk jî xiste di nava lîsteya pêkanînan de

Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê ji ber sedemê têkiliyên bazirganî yên li gel Îranê, biryara pêkanîna li dijî 4 şirketên Tirk da.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê wezaretê ve hate kirin, di çarçoveya ambargoya li dijî Îranê, şirketên  bi navê “Mahan Aîr, Caspîan Aîr, Meraj Aîr û Poûya Aîr” kire nava lîsteya navên ku pêkanînê li ser bide kirin.

Di lîsteya daxuyaniya navên şirketên ku pêkanîn li ser bên kirin de Xizmeta Hewayî û Jojîstîk a 3G a Gulînîhal Yegane, Şirketa Pîşesaziya Hewayî û Bazirganiya Lîmîted a Otîk, RA ya Hewayî, Şirketên Lojîstîk û Veguhestin dîsa Bazirganî Lîmîted û Kargoyên Lojîstîk ên Trîgronê jî hene.