DYA dê raste rast hevdîtinê bi Telîbanan re bike

DYA dê raste rast hevdîtinê bi Telîbanan re bike

DYA’yê aşkera kir ku, ew dê di çend rojên pêş de raste rast bi Telîbanan re hevdîtinê pêkbînin.

Li gorî daxuyaniya ku ji Qesra Spî hatiye kirin, dê Telîban li paytextê Qetarê Dohayê buroyekî îrtibatê veke û dê yekem hevdîtinên raste rsat dê li Dohayê pêkbên.

Serok Komarê Efxanîstanê Hemîd Karzayî aşkera kiribû ku, hikumeta Efxan ji bo hevdîtinê bi Telîbanan re bike dê heyetekê bişînin Dohayê.

Lê belê Telîbananên ku Karzayî weke ‘kûklayê DYA’yê’ binav dikin, hevdîtinên bi Karzayî yan jî hikumeta wî heya îro red dikir.

Daxuyaniya Qesra Spî roja ku NATO hemû ewlekariya li Efxanîstanê dewrî hêzên ewlekariyê yên Efxan kir, hate kirin.

Rayedarên DYA’yê didin diyarkirin ku, yek ji mijarên hevdîtina bi Telîbanan re dê li hev guhertina dîlgirtiyan be, lê belê tê destnîşankirin ku, çend heftiyên hevdîtinê dê bi fêmkirina rojeva hevdu derbaz bibe.

Rayedarên DYA’yê ji bo hevdîtin destpê bikin ji Telîbana daxwaz dike ku, pêwîste aşkera bike ew dê xaka Efxanîstanê ji bo gefkirina welatên din bikar neyne û girêdayî pêvajoya aştiyê ya li Efxanîstanê be.