DYA: Bila Tirkiye li hember derbasbûnê DAIŞ’ê sînorên xwe baştir biparêze

Hikûmeta AKP’ê bi derewên ‘li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin’ belavkirinê ve sînorên xwe ji çeteyan re vekirî dihêle.

Ji milekî hikûmeta AKP’ê li hember Kurdan ku yekane hêza li dijî DAIŞ’ê têdikoşe şer dijwar dike, ji milekî din jî bi derewên ‘li dijî çeteyên DAIŞ’ê têdikoşin’ belavkirinê ve sînorên xwe ji çeteyan re vekirî dihêle, ev jî baweriyê nade ‘muttefîkên wê’. 

Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Ashton Carter têkoşîna ‘qaşo’ Tirkiye li hember DAIŞ’ê dimeşîne bi tûndî rexne kir. Carter diyar kir ku ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê pêwîst e Tirkiye sînorên xwe baştir kontrol bike û tevgera çeteyan asteng bike.

Carter destnîşan kir ku ‘pêwîst e Tirkiye ji bo têkoşîna li dijî DAIŞ’ê zêdetir hewl bide’ û xwest ku bi taybet divê sînorên xwe ‘bi bandor’ biparêze. Carter da xuyakirin ku divê Tirkiye têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ‘ hem ji hewayî hem jî ji bejahî’ bimeşîne.

Axaftinên Ashton Carter careke din nîşan dide ku derewên hikûmeta AKP’ê û Erdogan ên ku têkoşîn li hember DAIŞ’ê dimeşe ti baweriyê nadin.

Ji 24’ê Tirmehê ve artêşa Tirk li hember HPG’ê û di hin rewşan de li hember şervanên YPG’ê operasyonên xwe didomîne, pir balkêş e ku ji vê dîrokê ve pir kêm caran çeteyên DAIŞ’ê bomberdûman kiriye. Her wiha ev bomberdûman jî tenê di axaftinên artêş û hikûmeta AKP’ê de ne.