Dukana kujeran ji aliyê dewletê ve tê vekirin!
Dukana kujeran ji aliyê dewletê ve tê vekirin!
Dukana kujeran ji aliyê dewletê ve tê vekirin!
Di 15’ê Kanûna 2009’an de li navçeya Kopê ya Muşê di bûyerên pêk hatin de du kes mirin û bi dehan kes birîndar bûn. Birayên bi navê Turan û Metîn Bîlen ku bûn sedema mirin û birîndariya dukana wan ji aliyê delwetê de tê cemawerîkirin. Welatiyan bertek nîşanê vê dan û sibê dê çalakiyên protestoyî pêk bînin.
Li navçeya Kopê ya Muşê di 15’ê Kanûna 2009’an de girseya ku girtina DTP’ê protesto dikir, rastî êrîşa çekdarî du birayan yên bi navê Turan û Metîn Bîlen hatin. Kargeriya Turan û Metîn Bîlen ji aliyê dewletê ve hate cemawerîkirin. Xebatên tadîlata ku hatin ji bo jinûve têkeve faliyetê ya ji aliyê Qeymeqamtiyê ve tên meşandin didome. Dukana ku vîtrin û derî û pacên wê tên nûkirin, beşeke hewcedariya wan di bin bana Îdareye Taybet de tayîn. Kargeriya ku berê cil û berg têde dihatin firotin, ji bûyerên Bulanikê heta niha wisa hatibû sekinandin. Turan û Metîn Bîlend di danişîna sêyemîn de hatibûn berdan.
Li Kopê dê sibê ev bûyer li ber avaniya navçeya BDP’ê saet di 11.00’an de bi meş û daxuyaniyekê bê protestokirin.