Du zarokên keçik ku karkerên demsalê bûn di avê de fetisin

Du zarokên keçik ku karkerên demsalê bûn di avê de fetisin

Bi destpêkirina berhevkirina mişmişan malbatên ji Şirnex û Amedê çûn xebatê, du zarokên keçik di cohika avê de fetisin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin Kadel Yalçin ya 15 salî ya Şirnexê hat gundê Koldere ya navçeya Doganyl, roje beriya niha ji bo xwe hinê bike ket bendeva Karakaya û di avê de fetisî. Cesedê Yalçin ji aliyê ekîbên şaredariya Meletiyê ve di 20 metre kurahiya avê de hat dîtin. Cenazaya Yalçin piştî otopsiyê şandin Şirnexê.

Hre wija Oya Korkan ya ji Amedê jî çûn Meletiyê vê sibê cesedê wê hat dîtin.  Korhana ku qeydê nisûfa farqînê bû, malbata wê jê agahî negirt û çû cem polîsan. Polîsên hatin cihê bûyerê lêgerîn di coha avêde dan destpêkirin. Cesedê Korkan piştî lêgerînê hat dîtin. Cesed bo otopsiyê şandin Meletiyê û der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.